Demîrtaş: AKP’e wê fatûreya giran bide!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş diyar kir ku dema rastî derketin holê, AKP’e wê fatûreya giran bide.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş diyar kir ku dema rastî derketin holê, AKP’e wê fatûreya giran bide.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku li Meclisê civîna çapemeniyê pêk anî bal kişand ser betalkirina randevûya Serokwezîr a bi HDP’ê re û wiha got: “Me gotibû em ê cenazeyê dayika ku bi rojan li ser rê hatibû rawestandin bipirsin. Ew bi xwe derketiye û dibêje ‘ez hesap nadim’ Tu ji me reviyay lê tuyê çawa ji Ezrayîl birevî.” Demîrtaş wiha berdewam kir: “Hûn welat radestî yek zilamî dikin em jî radestê gel dikin. Çima ya we xayîntiya li dijî gel nîn e ya me wisa ye? Êdî Tirkiye bi du tercîhan re rû bi rû maye. Ya desthilatdarî yan jî rêveberiya gel ya demokratîk. Mînaka Hîtler dayîn serbest e lê ya Îsveçê dayîn sûc e.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û nirxandinên girîng kir. Li civîna ku Serokwekîlên Koma HDP’ê Îdrîs Baluken û Çaglar Demîrel jî amede bûn, Demîrtaş axivî û got ku wan îro pêkanîna civîna komê ya jinan plansaz kirine, lê ji ber rewşa hewayê Yuksekdag nekaribûye bê Enqereyê ji ber wê jî betal kirine.
Demîrtaş pişt re derbarê rojevê de ji rojnamegeran re ev nirxandin kir: “Li beşekî welat ku ewqas şerekî giran heye, mirin û êşa ku tên jiyîn beşekî civakê û siyasetmedarên ku bêdeng dimînin nayê qebûlkirin. Tirkiye di rojên ji rêzê derbas nabe. Rojhilata Navîn jî di şert û mercên awarte de derbas dibe. Li welatê me jî ev rewşa awarte piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê dest pê kir. Kesên ku welat bi rêve dibin wekî ku tu sûc û gunehê wan nîn e her tişt dixin stûyê HDP’ê. Ev hikûmet heta niha her tim tiştên nebaş xistiye stûyê muxalefetê û yên baş jî wekî ku wan kiriye nîşan dide.”
‘KÊ GOT PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DI SARINCÊ DE YE?’
Demîrtaş pirsa "Kê gotiye pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye" kir û wiha berdewam kir: “Bila bersivê bidin vê pirsa hêsan. Kê ev pêyv gotibe ew ji her tiştî berpirsiyar e. Lê wekî ku HDP pêvajoyê daye rawestandin, xendekan kolandiye, tang û topan HDP'ê rêkiriye navçeyan daxuyaniyan didin. Ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bikin hemû gunehê vî welatî dixin stûyê HDP’ê. Lê hûn nikarin xwe wiha rizgar bikin.”
HESABÊ KU AKP BIDE WÊ PIR GIRAN BE
Demîrtaş anî ziman ku ew ne li bendê ne ku her kes sedî sed bi HDP’ê bawer bibe û wiha pê de çû: “Lê her kesên ku xwediyê wicdan in divê tiştên ku diqewimin baş fêm bikin. Her tişt di bin destê AKP’ê de ne. Li cihê ku AKP li hemberî mirinan hesabê bide hesap dipirse. Dê fatûraya ku AKP bide pir giran be. Li gel hemû zilm û mirinan jî kurd hê jî ji bo jiyana bi hev re di nava hewldanan de ne.”
‘TU YÊ Jİ RANDEVÛYA XWE YA Bİ EZRAÎL JÎ BİREVÎ?’
Demîrtaş got ku ji aliyekî ve rastiya şerekî giran tê jiyîn û ji aliyên din de jî binpêkirinên mafan tê jiyîn û ev tişt got: “Cenazeyên sivîlên ku tên qetilkirin li erdê ji bo rizî bibin tên rawestandin. Destûr nadin ku cenaze bên wergirtin. Cenazeyê dayika Taybet ku temenê wê 70’ê sali ye bi rojan li ser rê hat rawestandin. Me gotibû em ê pirsa rawestandina cenazeyê dayika Taybet bipirsin. Lê derketiye televîzyonan û dibêje ‘ez hesap napirsim.’ Tû ji me reviyay tû yê ji Ezraîl çawa birevî? Dê teqez hesabê vê yekê bê pirsîn. Dê ev pirs li axîretê bê pirsîn. Dayik li Amedê ji bo bigihîjin cenazeyên zarokên xwe dest bi grevên birçîbûnê kirine. Serokwezîrê vî welatî destûr nade. Cenazeyên li Amedê ji rizîbûnê re hîştine. Hin ji wan 10 roj in û hin ji wan jî 15 roj in li erdê ne. Qaşo em nikarin van pirsan ji Serokwezîr bipirsin. Dema em dixwazin pirs bikin jî randevûyê betal dikin.”
‘ME ALIYÊ XWE JI ZÛ VE DIYAR KIRIYE: EM LI CEM GEL IN’
Demîrtaş ji Serokwezîr re wiha got: “Hûn her şev ji Qesrê re hesab didin û ji vê yekê jî şerm nakin. Hûn ji hesapdayina gel şerm dikin gelo? Em ji bo hesabpirsînê hatin. Dibêjin em hesap nadin HDP’ê û muxalefetê. Êdî hînbûne hesab nadin ti kesî. Hûn hesabê qetilkirina zarok û pitikan nadin. Em ê li gel AKP ya ku dibêje ‘em ê mal bi mal paqij bikin’ cih negirin û li cem gelê xwe cih bigirin.”
‘BILA MAFÊ DESTNEWERDANA HEMÛ KESAN BÊ RAKIRIN’
Demîrtaş bal gişand ser gefên mafê destnewedana parlementeriya wan û wiha got: “Yên ku ji bo DAIŞ’ê dibêjin ‘ciwanên bi hêrs’ û wan fêm dikin heta niha ciwanên ku xendekan kolandine û li pişt barîkatan in, fêm nakin. Mirovên xwe fêm nakin. Her roj gefa mafê destnewerdana li ser parlementeriya me li me dixwe. Li meclisê 550 parlementer heye wê demê divê ya hemûyan bê rakirin.”
‘HDP JI MUZAKEREYÊ RE VEKIRIYE’
Demîrtaş ji pirsa “Hûn banga aştiyê dikin lê ji bo aştiyê formulasyonek we he ye” re jî vê bersivê da: “Me ji parlementoyê re formulek pêşniyar kir. Bila li parlementoyê hemû partî bên gel hev û komîsyonek ava bike û vê xebatê bimeşîne. Bila ji vê yekê jî komîsyon berpirsiyar be. Em ti car ji tu diyalog û muzakereyê re girtî nîn in.”