DEM-KURD’ê ji bo çalakiya li pêşiya NY banga tevlîbûnê kir

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser îlanên xwerêveberiya gel wê li pêşiya NY bi çalakiya rûniştinê ya 3 rojan bê protestokirin, her wiha daxwaz wê bê kirin ku NY bikeve tevgerê.

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser îlanên xwerêveberiya gel wê li pêşiya NY bi çalakiya rûniştinê ya 3 rojan bê protestokirin, her wiha daxwaz wê bê kirin ku NY bikeve tevgerê.

Ji bo protestokirina polîtîkayên qirkirinê yên ku di pêşengiya AKP’e û Serokkomarê Tirk Erdogan de li ser îlanên xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê pêş dikevin û ji ber bûyerên li Kurdistanê ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) bikeve nav liv û tevgerê, li pêşiya avahiya NY a li bajarê Cenevre ya Swîsreyê di navbera 25-27’ê Çileyê de wê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.

Di pêşengiya Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsre (DEM-KURD) de çalakiya rûniştinê wê 25’ê Çileyê roja Duşemê saet 10.00’an li pêşiya avahiya NY destpê bike, 28’ê Çileyê jî wê bi mîtîngekê bi dawî bibe.

DEM-KURD’ê ji bo çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY’yê banga tevlîbûnê kir, bal kişand ser bûyerên di serî de Cizîr û Sûr, ên li tevahî Kurdistanê, hat destnîşankirin ku divê tevahî Kurdistaniyên li Swîsreyê û dostên wan tevlî çalakiyê bibin.

Di daxuyaniya DEM-KURD’ê de hat gotin ku “Me di dema berxwedana Kobanê de çawa bi ruhê çalakiyan ên me li her qadê Ewropa derxist holê û me pê re tevahî cihan rakiribe ser piyan; îro jî divê bi heman şêwazî, em karibin bi çalakiya polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê vala derxin” û bang li her kesî kir ku 25’ê Çileyê li pêşiya NY bin.