DBP'ê sibe kongreya awarte lidar dixe
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) sibe bi awayekî awarte kongreya xwe li Enqereyê dicivîne.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) sibe bi awayekî awarte kongreya xwe li Enqereyê dicivîne.
Kongreya Awarte ya 3. ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) sibe bi tevlîbûna 797 delegeyan li Enqereyê dicive. Tê payîn ku di kongrê de di bername û rêziknameya partiye de guherînên bingehîn werin kirin. Tê gotin ku wê Hevserokatiya Kamûran Yuksek û Emîne Ayna dewam bike lê di meclîs û organên rêveberiyê yên partiyê de guherînên girîng pêk werin.
Kongre wê sibe saet di 10:00'an de li Odeya Endezyarên Înşaatê destpê bike.
Li gorî agahiyan, wê perspektîfa xweseriya demokratik bi awayek hîn kûr û zelal di rêziknameya partiyê de cih bigire.
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlementer û hevşaredarên HDP'ê û gelek siyasetmedar wê tevlî kongreyê bibin.