DBP: Divê gelê me biçe navçeya Sûrê û bibe mertalên zindî

Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Amedê da xuyakirin ku ji duh û bi şev û vir ve navçeya Sûrê di bin dorpêçî û êrîşa polîsan de ye û bang li gel kir, ku biçe navçeyê û bibe mertalên zindî.

Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Amedê da xuyakirin ku ji duh û bi şev û vir ve navçeya Sûrê di bin dorpêçî û êrîşa polîsan de ye û bang li gel kir, ku biçe navçeyê û bibe mertalên zindî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pevçûn ber destê sibehê dijwar bûn. Tê gotin ku li taxa Hasirli ya pevçûn lê giran e windahiya can û birîndar hene. Bi taybetî semta me ya Balikçilarbaşi rastî êrîşeke giran tê. Di pevçûnan de sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo li navçeya me ya Sûrê bêhtir windahiyên me çênebin, em bang li tevahiya gelê Amedê dikin ku li navçeya me Sûrê (Taxa Hasirli-Semta Balikçilarbaşi) bibin mertalên zindî."