Dayikên şehîdan li Xalfetiyê li hev civiyan

Bi boneya Roja Dayikan, di pêşengiya hevbirên KJA ya Xalfetiyê de bi armanca piştgiriya malbatên kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, aktîvîte hate lidarxistin.

Li navçeya Xalfetî ya Rihayê, bi boneya Roja Dayikan, hevbirên KJA ya Xalfetiyê bi armanca piştgiriya malbatên kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi malbatên şehîdan ên li Rihayê re civiyan. Di aktîvîteya pişgiriyê ya li Xalfetiya Kevin de rêveberên DBP-HDP’ê yên bajar û navçeyên Rihayê,, Dayikên Aştiyê yên Rihayê amade bûn.  Di çarçoveya bernameyê de aktîvîte hatin lidarxistin, li deverên dîrokê ger çêbûn.

‘EM Ê TÊKOŞÎNA BIRÛMET A NIRXÊN XWE BIDOMÎNIN’

Piştî gerek demkurt, têkîldarî wate û girîngiya roja axaftin hatin kirin. Li vir aktîvîsta KJA’yê Nahîde Saglamcan axivî, diyar kir ku dayik sîmgeya hêvî, berxwedan û jiyanê ne, got çavên dayikan her tim bi rondik in û dilê wan tijî hêvî ne. Saglamcan destnîşan kir ku dayik di şer de yan jiyana xwe ya ewladên xwe didin û her tim dilê wan dişewitin. Saglamcan bi bîr xist ku zarokên dayikê xwe ji bo siberojên bedew û azad bi sondxwarinê diçin, diyar kir ku yên diçin li pey xwe kesên hê rûmettir û serbilindtir dihêlin. Saglamcan destnîşan kir ku yên diçin li pey xwe ji wan re jiyanek hê birûmettir hiştine, wiha dewam kir: “Em di vê rêya têkoşîna birûmet de bi xwedîderketina nirxên xwe dimeşin. Dibe me hin rewşên ne li rê jiyabin. Lê, ti tiştekî me ji rêya me nekirin. Bi ruhê têkoşînê ya ku nirxên me ji bo me hiştine, em destên tevahî dayikên xwe maç dikin.”

Piştre, Hevseroka DBP’a Rihayê Leyla Coşûn axivî, diyar kir ku kedê dayikan pir mezin in, her çi bê kirin jî wê berdêla vê kedê nîn be. Coşkûn destnîşan kir ku divê bi dayikên şehîdan re piştevanî hebe, banga yekîtî û yekgirtinê kir. Coşkûn bi bîr xist ku bi pêşengî û tevkariya dayikan ve wê azadî were.

 ‘LI NASNAMEYA XWE XWEDÎ DERKEVIN’

Herî dawî Dayika Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel, Xanim Yavûzel axivî, diyar kir ku ji ber dilsojiya dayikan nikarîbûn Roja Dayikan pîroz bikin, got tevî her tiştî jî aştî û çareseriyê bi lêv dikin. Dayik Yavûzel ev anîn ziman: “Ji bo Mehmedên din jî şehîd nebin û xweliyên wan di torbeyan de neyên em dibêjin aştî û çareserî. Ez qetilkirina ciwan û zarokên me qebûl nakin. Dilê me dişewitin. Hûn Kurd in. Dest bidin hev, bibin yek. Xwe binasin û nefiroşin. Em têkoşîna azadiyê bimeşînin. Em welatê xwe azad bikin. Êdî em koledariyê qebûl nekin.”

Piştî axaftinan, xwarin hate danîn, bi stranên hunermendên MKM’ê ya Rihayê ve bername bi dawî bû.

 

...