Dayik Turkan: Rondikan nebarînin, bila her kes bilîlîne!
Cenazeyê Cîhat Turkan (Çiyarger) ê li Sûrê hat qetilkirin hat evşartin. Dayik Turkan li merasîmê axivî û got, "Îro daweta Çiyagerê min e" û xwest, ku kes negirî.
Cenazeyê Cîhat Turkan (Çiyarger) ê li Sûrê hat qetilkirin hat evşartin. Dayik Turkan li merasîmê axivî û got, "Îro daweta Çiyagerê min e" û xwest, ku kes negirî.
Cenazeyê Cîhat Turkan (Çiyager) ê li navçeya Sûr a Amedê hat qetilkirin, piştî karên otopsiyê yên li Meletiyê, duh êvarê li Êlihê bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin û li Gorsitana Asriyê hat rawestandin. Di merasîma li hewşa goristanê di merasîmê de li gel Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca, Hevserokên Şaredariya Êlihê, rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên KJA'yê, nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl bi hezaran kes amade bûn.
Di merasîmê de girse li gel berzkirina dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Sûrê" û "Şehît Namirin", di dema sirûda "Çerxa Şoreşê" de fîşekên hewayî hatin teqandin.
Di merasîmê de bavê Turkan Abdullatîf Turkan ji gelê Kurd re sersaxî xwest û got, "Dixwazim kurê min şehîdê dawî be. Êdî em ne şer û ne jî herikandina xwînê dixwazin."
'ÎRO DAWETA ÇIYAGERÊ MIN E'
Dayika Turkan, Salîha Turkan jî di merasîmê de axivî û got, "Gelê me, hûn bi xêr hatin merasîmê. Ez dayika Çiyager im, lê Çiyager şehîdê gel, şoreş û Kurdistanê ye. Çiyager zavayê Kurdistanê ye. Îro daweta Çiyagerê min e. Divê ji çavên tu kesî rondik nebarin. Divê her kes bilîlîne." Piştî vê hemû jin bi yek dengî lîlandin. Xalê Turkan, Îbrahîm Yakût jî bi kurtasî qala jiyana xwarziyê xwe kir û got, "Çiyager hezkiriyê çiyayên Kurdistanê bû."
Di merasîmê de parlamenterên HDP'ê Mehmet Alî Aslan û Besîme Konca jî axivîn. Piştî axaftinan qurnefîl danîn ser darbesta Turkan û darbest li ser milan hetanî cihê gorê hat veguhastin. Turkan li cem kesên li qadên berxwedana xwerêveberiyê jiyana xwe ji dest dan hat definkirin.