Danîmarka dixwaze 400 hêzên taybet bişîne Iraqê

Serokwezîrê Danîmarkayê Lars Lokke Rassmussen diyar kir kuji bo hêzên taybet û balefirên şer bişîne Iraq û Sûriyeyê ji parlamentoyê destûr girtiyê.

Serokwezîr Rassmussen got ku ew dixwazin 400 hêzên xwe yên taybet bişînin Iraqê û li hember çeteyên DAÎŞ’ê ên li dijî mirovatiyê ne, şer bikin.

Rasmussen daxuyaniya nîvîskî da, wiha got: “ Hîkûmet dixwaze li hember DAÎŞ’ê şerê xwe dijwartir bike. Jin û zilamên Danîmarkî jî şandin tiştekî girîng e. Ez dikarim bêjim ku ev projeya hikûmetê li cem partiyên parlamentoyê jî rastî piştgiriyeke mezin hatiye.”

Rasmussen got ew ê di demên pêş de vê pêşniyarê ji bo pejirandinê bibin parlamentoyê.

BELÇÎKA Û HOLLANDA JÎ WÊ BALAFIRÊN ŞER BIŞÎNIN SÛRIYEYÊ

Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê jî di daxuyaniya 2 Adarê de got ku ew dixwazin balafirên şer bişînin Sûriyeyê û di  nav hêzên Koalîsyonê de li hember DAÎŞ’ê şer bikin. 

Belçîka û Hollanda dixwazin di koalîsyonê de cih bigirin. 6 balefirên şer ên Belçîkayê ji Cotmeha 2014’an heta Hezîran 2015’an, li Iraqe di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cihe xwe girtin. Belçîka pêwîst e vê Hezîranê jî cihe xwe bigire.

Dîsa, Hollanda jî li ser daxwaza DYA’yê biryar girt ku  li Sûriyeyê di êrîşên hewayî de cih bigire.