DAIŞ mikur hat: Êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve hat plankirin
Li hemberî bajarokên Girê Spî û Silûkê, di 27'ê Sibatê de êrîşeke mezin hat kirin. Di vê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de li 25 nuqteyên cuda şer derket û 2 rojan şerekî dijwar qewimî.
Li hemberî bajarokên Girê Spî û Silûkê, di 27'ê Sibatê de êrîşeke mezin hat kirin. Di vê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de li 25 nuqteyên cuda şer derket û 2 rojan şerekî dijwar qewimî.
Zelal bû ku êrîşên li hemberî Girê Spî û Silûkê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye plankirin. Ahmet Haci Layih ê berî du salan tevlî DAIŞ'ê bû û ji aliyê YPG'ê ve esîr hat girtin, da xuyakirin ku hêzên ewlekariyê yên Tirk ew ji Cerablûsê girtine û derbasî Girê Spî û Silûkê kirine. Li gorî vegotinên Layih; di çarçoveya plana hat kirin de beşek ji komên derbasî nava bajarok hatin kirin êrîşî rojhilat, beşek jê êrîşî rojavayê Girê Spî kirin û leşkerên Tirk jî weke hêzeke dagirker ji bakur ve êrîş kirin.
Li hemberî bajarokên Girê Spî û Silûkê, di 27'ê Sibatê de êrîşeke mezin hat kirin. Di vê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de li 25 nuqteyên cuda şer derket û 2 rojan şerekî dijwar qewimî. Di şer de gelek çete hatin kuştin û gelek jî bi saxî ketin destê YPG'ê. Yek ji çeteyên bi saxî hat zevtkirin Ahmet Haci Layih e ku navê xwe yê di nava DAIŞ'ê de Ebû Eyyup Ensar e. Layih ê 1'ê Adarê li Silûkê ji aliyê hêzên YPG'ê ve hat girtin, li xwe mikur hat.
'HÊZÊN TIRK EM WERGIRTIN...'
Layih ê li gundê Mixtelta yê Silûkê ji dayik bû û berî du salan tevlî nava dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê bû, anî ziman ku di dema êrîşa li hemberî Kobanê de wî li Çelebiyê şer dikir. Layih da xuyakirin, ku tevî Çelebiyê wî li Tabka û Hedle jî şer kir û herî dawî li Cerablûsê maye. Layih ê ku demekê li Cerablûsê ma, da zanîn ku sê roj beriya êrîşê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên taybet ên Tirk ve ji Cerabalûsê hatiye wergirtin û ew birine Tirkiyeyê. Layih got, "Hin ekîb hene ku timî bi îstîxbarata Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ne. Yek ji kesên di nava van ekîban de cih digire kesê bi navê Omer Tîmsah e. Yek ji van ekîban ji me re ragihand ku bi rêya dewleta Tirk wê di ser Tirkiyeyê re derbasî Girê Spî û Silûkê bibin. Piştî demeke kurt hêzên ewlekariyê yên Tirk hatin em ji Cerablûsê birin Tirkiykeyê. Bi awayekî vekirî em derbas nekirin. Bi dizî em derbas kirin. Ji wê derê jî, hêzeke veşartî û taybet, bi wesayîta MÎT'ê em derbasî aliyê Girê Spî û Silûkê kir. Dema em derbas kirin, fermandarê me Xalid Tacî û endamê îstîxbaratê Omer Tîmsah ji me re gotin, 'Eger tiştek bi serê we de hat, agahiyê bidin me. Dema birîndar ji we çêbû agahiyê bidin, em ê tedawî bikin. Dema cih li we teng bû, sînor derbas bikin û teslîmî leşkeran bin. Em ê ji wê derê ew li Cerablûsê vegerînin."
DEMA ŞER GIRAN BÛ, LEŞKERÊN TIRK REVIYAN
Layih diyar kir, ew bi pênc koman derbasî Girê Spî û Silûkê hatin kirin û ji bilî wan jî hin komên din hatibûn derbaskirin.
Layih ev agahiyên balkêş da: "Pênc komên me derbas kirin. Em ji herêma di navbera Girê Spî û Silûkê re derbas kirin. Di nava her komê de bi qasî pêncî kes hebûn. Sê roj beriya êrîşê em derbas kirin. Komên berî me derbas bûbûn hebûn. Dema destpêkirina êrîşê diyar bû, lê ji me re negotibûn. Lê du roj beriya êrîşê ji me re gotin ku kîjan kom wê ji ku êrîşê bike. Koma me wê ji Silûkê, komeke din jî wê ji rojava êrîş bikira. Hin kom jî wê ji nava Girê Spî êrîş bikira. Li gorî planê, dema dem dest bi êrîşê kirin, wê leşkerên Tirk jî ji aliyê bakur ve êrîş bikira û biketa hundir. Lê wezîfeya xwe nekirin. Me êrîş dan destpêkirin, lê ew neketin hundir û destek nedan me. Ji ber vê yekê xiyanet li me kirin."
'PIRANIYA ENDAMÊN DAIŞ'Ê TIRK IN'
Layih got, "Di nava koma me de kesekî bi navê Ebû Tahir Sûûdî hebû. Afganek hebû. Di wesayîta din de sê yan jî çar Tacik hebûn. Xuya ye ew kom jî derbasî Girê Spî bû. Yanî di her wesayîtekê de sê çar kes hebûn. Di her wesayîtê de sê çar Tacîk hebûn. Niha gelek Tacîk hene" û wiha dewam kir:
"Navên MÎT'ên Tirkiyeyê nayên zanîn. Ji hev re dibêjin 'bira'. Gelek birîndarên me li wir in, li Tirkiyeyê vedigerin û tedawî dibin. Ev tê zanîn. Yên di şer de esîr tên girtin, tên serjêkirin. Dema me êrîşî Balafirgeha Tabka kirin, serê leşkerekî li pêş çavên min jê kirin. Ev suneta pêxember e. Jinên weke xenîmet tên bidestxistin jî dibe malê yê bi dest xistiye. Dikare bê firotin an jî weke diyarî ji kesekî din re were dayîn.
Ez îqna kirin. Li ser navê rêya Xwedê û şerîata pêxember tevlî bûm. Ji ber kafiriyê min ji serjêkirinê bawer kir. Ez qanih bûm ku Misilmantî bi vî rengî ye.
MÎT'ê çek, cebilxane û erzaq ji me re dişand. Bi wesayîtên Kargo di bin navê malzemeyên alîkariyê de ji me re dihatin. Ji deriyê Girê Spî derbas dikirin. Di binê malzemeyên 'alîkariyê' de vedişartin û dişandin.
Piraniya kesên di nava DAIŞ'ê de cih digirin, Tirk in. Ji bo şervanên Tirk tabûr hatine avakirin. Kurd, Tirkmen jî hene. Tabûrên wan li Reqqayê ne. Li Mûsilê jî hene. Tabûrên wan ji 150-200 kesî pêk tê. Gelek Tirk hene. Berê jî hebûn, niha jî hene.
Ya rast; Tirkiyeyê em xapand û şand. Ev bi zelalî tê dîtin. Armanca bingehîn a Tirkiyeyê şerê me yê li hemberî partiyê ye. Ji ber ku partî dijminê wê ye. Dixwaze partiyê ji holê rake. Lewma DAIŞ'ê bi kar tîne û li hemberî partiyê dide şerkirin.
Jin û zarokên Êzidî li kampên li Mûsil û Helebê ne. Ji bo perwerdekirina wan cihên taybet vekirine. Piştî vê xiyanetê ez ê biçim mala xwe û rûnêm.
DAIŞ'ê ez zewicand. Hevsera min ji gundê Rimelê yê Silûkê ye. Zarokekî min heye. Hevser û zarokê min li Reqqayê ne."
Layih anî ziman, ku ji ber Tirkiye neket hundir ji wan gelek kuştî çêbûn, ji komên wan bi tenê pênc kes sax man û got, "Rewşa me gelekî nebaş bû. Ez ji xwe bi sivikî birîndar bûm. Ji bo xwe rizgar bikim dema diçûm ser sînor, ketim kemînê û dîl hatim girtin. Eger Tirkiyeyê tişta ji me re got kiribûya, me ewqasî kuştî nedidan, ez jî esîr nediketim. Piştî ku ez dîl hatim girtin, nizanim bê çi bi serê hevalên min hatiye. Ji ber ku dema em ketin kemînê, em ji hev belav bûn."
'NAVENDA TÊKILIYÊN ME YÊN BI TIRKIYEYÊ RE'
Endamê DAIŞ'ê Layih da xuyakirin, ku Girê Spî ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke stratejîk e û anî ziman, ku navenda têkiliyên wan bi Tirkiyeyê re Girê Spî bû. Layih got, "Ji bo vekirina rêya di navbera me û Tirkiyeyê de, Girê Spî gelekî girîng e. Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de hin peyman hene. Girê Spî ji bo Tirkiye û DAIŞ'ê gelekî girîng e. Ji ber ku yek ji rêyên bingehîn ên di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de ye. Çek, cebilxane, erzaq, milîtan hemû di vê rê de dihat şandin. Her wiha birîndarên me jî di vê rê de dihatin şandin. Lewma dema Girê Spî ji destê me derket, bêhna me çikiya. Rêya ku Tirkiye alîkariyê tê de ji me re dike, hat girtin. Tirkiye bi van alîkariyên ji me re dikir re em li hemberî YPG û Kurdan dida şerkirin. Lewma girîngiyê dide Girê Spî."
Li gorî şahidên bûyerê, di dema êrîşê de bi qasî 30 leşkerên Tirk hatin ber derî. Lê belê dema dîtin şer giran bûye û balafirên koalîsyonê yên navneteweyî jî bomberdûmanê dikin, vegeriyan. Vegotinên Layih vê agahiyê piştrast dike û eşkere dibe ku êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye plankirin.