'Dagirkerî, talan, dizî'

Li Silopiyayê ku 37 rojan êrîşên li hemberî vîna xwerêveberiyê ya gel dewam kir, hêzên dewletê tevî dagikerî, komkujî û talanê, dizî jî kir.

Li Silopiyayê ku 37 rojan êrîşên li hemberî vîna xwerêveberiyê ya gel dewam kir, hêzên dewletê tevî dagikerî, komkujî û talanê, dizî jî kir.

Di 37 rojên dorpêçî û terora li hemberî navçeya Şirnex Silopiyayê de, hêzên dewleta Tirk ji aliyekî ve bi tank, top û maşînên zirxî êrîşî taxan kirin û xwestin hilweşînin, komkujiyan bikin, ji, aliyê din ve jî dest bi talan û diziyê kirin. Di destpêkê de, dema hêzên dewletê Şaredariya Silopiyayê ji xwe re weke biryargeh bi kar anîn, cîhazeke GNNS a Topcon a buhayê wê 30 hezar TL ye hatibû dizîn û dema li Mêrdînê dihat firotin, ji ber ku fîrmaya pêwendîdar bi şaredariyê re têkilî danî, derketibû holê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dizîn. Piştre pereyê di kaseya Şaredariya Silopiyayê de, di dema dorpêçiya polîsan de winda bû. Bûyerên dizî û talanê ne tenê ev bûn. Li mala endama Meclîsa Giştî ya Bajarê Şirnexê Adalet Fîdan bi qasî 1.500 TL pere, li mala Xeyîç Onan jî 2-3 hezar TL pere ji aliyê hêzên dewletê ve hatin dizîn.

DEMA PÊ HESIYAN DBP'YÎ YE...

Endama Meclîsa Giştî ya Bajarê Şirnexê Adalet Fîdan diyar kir ku polîs û leşkeran avêtin ser mala wan a li Taxa Yenîşehîrê, dîwarên malê xera kirin û bi vî rengî ketin hundir. Fîdan da xuyakirin, ku di dema lêgerînê de mal serûbin kirine û da zanîn, ku hêzên dewletê dema pê hesiyan ew hilbijartiyek eji DBP'ê ye, hîn bi tundî nêzî bûn. Fîdan ragihand, ku mala wê gelek caran li ser hev hatiye gerîn û anî ziman ku wê nasnameya xwe ya Meclîsa Giştî ya Bajêr nîşan daye, lê belê polîsan ev nasname avêtiye erdê. Fîdan got, "Nasnameya din xwestin. Ev yek jî tê wê wateyê ku em li vê derê vê vînê nas nakin. Rojekê li mala me man. Em malbatek ji 7 kesan e. Em li odeyekê asê kirin. Zexta derûnî li me kirin."

'BI QASÎ 1.500 TL PERE BI XWE RE BIRIN'

Fîdan da xuyakirin, ku hêzên dewletê jê re gotine, 'vê xakê biterikînin' û da zanîn ku polîs û leşkeran piştî rojekê beşeke din a mala wan şikandine û bi vî rengî jê derketine. Fîdan got, "Piştî ku ji malê derketin, pê hesiyam gelek tişt bi xwe re birine. Hard dîsk, kompûter û gelek eşyayên din. Û bi qasî hezar, hezar 500 lîre pere bi xwe re birin. Bi vî rengî gelek tişt birin. Yanî dizîtî kirin."

'2-3 HEZAR LÎRE PEREYÊ ME DIZÎN'

Xeyîç Onan diyar kir ku mala wan a li taxa Cûdî ji aliyê hêzên dewletê ve hat dagirkirin û tiştekî saxlem li mala wan nehatiye xistin. Xeyîç bibîr xist, ku hemû ferdên malbata wan hatine girtin û li salona sporê ya weke kampa komkirinê ye hatine bicihkirin. Xeyîç got, "Mala me serûbin kirin. Tiştekî saxlem nehiştin. Qîma xwe bi vê jî neanîn, eşyayên me û pereyên me dizîn. 2-3 hezar lîre pereyê kurê min dizîn."