Coldhackers gelek malperên AKP'ê û dewletê şikand
Coldhackers, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, gelek malperên AKP'ê û dewleta Tirk bi dest xist.
Coldhackers, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, gelek malperên AKP'ê û dewleta Tirk bi dest xist.
Li dijî êrîşên AKP'ê, 'şerê sîber' ê ciwanên Kurd dewam dike. Koma hacker a Kukrd Coldhackers, gelek malper û hesabên înternetê şikand û bi dest xist.
Di daxuyaniya Coldhackers de hat gotin, "Bi bidestxistina gelek malper û hesabên medya civakî yên dewleta faşîst a TC û medya alîgirê wê re me xwest mîna her carê tevlî pêvajoyê bibin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di çarçoveya çalakiyên xwe yên ji şeva 14'ê Sibatê û vir ve lidar dixin de, heta niha bi hezaran êrîş hatin kirin û gelek hesab hatin bidestxistin. Heta ku êrîşên dewleta faşîst a Tirk li hemberî gelê Kurd dewam bike, çalakiyên me yên li kolanan û înternetê wê bidomin. Bi çirûska îsyanê ya agirê Newrozê re em ê hesab ji Dehakên hemdem û zaliman bipirsin."
Di nava hesabên ku ji aliyê Coldhackers ve hatine şikandin û bidestxistin de; hesabên hin parlamenterên AKP'yî, serokên AKP'ê yên bajaran, Walîtî û Qeymeqamtî jî hene.