Cizîriyan bi derfetên xwe re dest bi ji nû avakirinê kirin

Cizîra Botan, ku di nava 79 rojan de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi tank û topan hat xerakirin, ji aliyê Cizîriyan ve ji nû ve tê avakirin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, di encama êrîşên hêzên dewletê yên 79 rojan de bi sedan mirov hatin qetilkirin, 1100 avahî jî hatin xerakirin. Li navçeyê qedexeya derketina derve hînê bi şev dewam dike. Zextên polîsên Tirk ên li navçeyê didomin. Tevî vê dorpêçî û zextan jî, xebatên ji bo pêçandina birînan û ji nû ve avakirinê destpê kirin.

Şaredariyê Cizîrê û Komeleya Alîkariya bi Rojava re, alîkariyên ji bo Cizîrê werin kirin û xebatên ji nû ve avakirinê organîze dikin. Her du sazî, bi astengî û zextên giran ên hêzên dewletê re rû bi rû dimînin.

Bi vegera Cizîriyan re karê tespîtkirina xisara li xaniyan destpê kir. Li taxên ku êrîş lê giran e, ji ber ku xetên eletkrîk û avê zerar dîtine, bi giranî li vê qadê zend û bend hatine badan.

Dema mirov li nava kolanên Cizîrê digerin dibînin, ku gel bi derfetên xwe û alîkariya cîran û xizmên xwe re hewl dide xaniyan tamîr bike. Tevî ku derî û pace şikestî û bi şopên guleyan tijî ne jî, ji nû ve li şûna xwe tên bicihkirin. Zarok jî ji aliyekî ve tejik û eşyayên malê bi erebokan dixin hundirê malê. Cizîrî li xaniyên ku odeyeke bi tenê saxle ma ye, bi cih dibin. Bi kampanya alîkariyê a ji bo Cizîrê hatiye destpêkirin re, ji bo bajar ji nû ve bi awayekî kolektîf bê avakirin, roj ên jimartin.

Yek ji şêniyên navçeyê Alî Çamli ji me re dibêje, ku bi derfetên xwe jî be, ew ê xaniyê xwe ji nû ve çêbike. Çamli destnîşan dike, ku ji bilî Cizîrê ew nikare li ti cihî nefesê bigire û anî ziman ku ew ji neçarî ji Cizîrê derketibûn. Çamli got, "Xwezî em derneketibûna, dibe ku me karîbûya pêşî li mirinê bigirta. Ji bo xisareke mezin bidin xaniyê me, kolon teqandine. Di her kevirê vî xanî de keda min heye. Ez vî xanî ji nû ve çêbikim."

Ayşe Aydemîr a li Cizîrê ji dayik bûye û lê mezin bûye, dema eşyayên saxlem ji mala xwe derdixîne, odeyeke bi tenê ya saxlem maye, sererast dike. Aydemîr anî ziman ku ew bawer e Cizîr wê ji nû ve bi rengekî bedew were avakirin û got, "Piştî ku bûm bûk, ez hatim vê malê. Hemû zarokên min li vî xanî ji dayik bûn. Kevir jî li ser kevir nemîne, bi eksê dijmin, ez ê ji nû ve çêbikim."

Sêvê Tûnç a ji neçarî li cem xizmên xwe dimîne û xaniyên wan ên ji du qatan xera bûye, di nava rojê de dema xwe bi giranî di nava enqaz de derbas dike. Tûnç dibêje, "Enqaz jî be ev der mala min e. Bi tenê deriyê derve saxlem maye. Me îro ew li şûna xwe bi cih kir û dest bi tadîlatê kirin. Di demeke nêz de em ê dest bi ji nû ve çêkirina xaniyê xwe bikin. Derfetên me zêde nîne, lê belê em ê dest bidin hev û vê derê ji berê xweştir bikin."

Mahmût Arslan ê piştî roja 30. a êrîşan ji neçarî ji mala xwe derket, ji derve ve dest bi sererastkirina xaniyê xwe kiriye. Arslan da xuyakirin, ku herî zêde dîwarên derve bi bombeyan hatiye xerakirin û got, "Bi zanebûn gelek xanî xera kirin. Berî qedexe rabe ez hatim taxê. Hingî zerar nedabûn. Piştî ku qedexe rabû em hatin, lê min xaniyê xwe nas nekir. Bi eksê wan em ê xaniyekî ji yê berê çêtir çêbikin. Cizîr wê dîsa mîna berê bibe cihekî lê were jiyîn."

...