Cihan Kahraman ê duh li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hat birîndarkirin û ji bo rakirina nexweşxaneyê DMME biryara tedbîrê girtibû, ji bo ev du roj in ji ber êrîşên giran ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Xwendekarê Zanîngehê yê li Cizîrê ku êrîşên qirkirinê didome, bi gulebarana tîmên taybet ji singa xwe birîndar bibû û ji bo rakin nexweşxaneyê DMME biryara tedbîrê dabû, bêyî rakin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Piştî Karaman hat birîndarkirin, bi topbaranê ve ketina taxê yaambûlansa aîdî Şaredariya Cizîrê hatibû astengkirin. Karaman biribûn cem 10 kesên ku vê sibehê di heman taxê de di encama topa tankê li malê ket birîndar bibûn û bi birîndarên din re li bende bû ku bibin nexweşxaneyê. Qada Karaman û birîndarên din lê, ji saetên sibehê ve hat hedefgirtin û bi awayekî zêde topbaran kirin. Cenazeyê Karaman hê li taxê tê ragirtin.