Çeteyên SÛK/ENKS’ê bi hewanan êrîşî Efrînê kirin
Komên çete yên girêdayî Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, cara duyemîn bi topên hewanan êrîşî Efrînê kirin.
Komên çete yên girêdayî Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, cara duyemîn bi topên hewanan êrîşî Efrînê kirin.
Komên çete yên Qesr/AKP bi çek dikin ku ENKS û komên çete yên girêdayî Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê jî di nav de ne, îro careke din bajarê Efrînê topbaran kirin. Topa yekem îro saet di 17.21’an de ket û paşê bênavber topbaranê destpê kir. Ji ber topbaranê ziyana madî di malên welatiyan de çêbûn.
Duh jî 4 topên çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ku ENKS’ê jî di nav de ye, bi 4 topan Efrîn topbaran kiribûn.