Çeteyên Qesrê li avahiyên bilind ên li Şirnexê bi cih bûn
Li Şirnexê ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan dewam dike, çeteyên AKP'ê yên navê JOH û POH li xwe kirine, li avahiyên bilind bi cih bûne.
Li Şirnexê ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan dewam dike, çeteyên AKP'ê yên navê JOH û POH li xwe kirine, li avahiyên bilind bi cih bûne.
Di roja yekemîn a dorpêçî û "qedexeya derketina derve" ya li navenda Şirnexê de, hêzên dewleta Tirk çeteyên xwe yên bi navê JOH û POH li avahiyên bilind ên li derdora taxên berxwedanê bi cih kirin.
Hêzên dewleta Tirk deriyê gelek xaniyan şikandin û ketin hundir. Gelek xanî ji xwe re kirine biryargeh.