Çeteyên qesrê êrîşî taxên berxwedanê kirin, YPS/YPS Jin di cih de bersiv dan

Li Nisêbînê, ku terora dewletê lê dewam dike, çeteyên qesrê êrîşî taxên berxwedanê kirin. Hêzên YPS/YPS Jin di cih de bersiv dan êrîşan û li ser vê yekê şerekî dijwar qewimî.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku êrîşên çeteyên qesrê yên ji bo qirkirina Kurdan dewam dikin, şer giran dibe. Çeteyên qesrê danê sibehê gule li taxên berxwedanê reşandin.

Polîsên 'tevgera taybet' ên Tirk ku bi xerakirina xaniyan re hewl didin bi pêş de biçin, rastî bersiveke tund a hêzên YPS/YPS Jin hatin.

Danê sibehê, ji tankên li ser rêya Îpekê bi cih bûbûn, top li taxa Firatê hatin barandin. Li dû topbaranê, ji taxê dû bilind bû.

Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî taxên sivîl lê ne, zêde bûn. Hat ragihandin, ku ji taxa Yenîşehîrê 4 malbat bi zorê ji malên xwe hatine derxistin û ew birine Salona Sporê ya Girtî ya Nisêbînê. Tê gotin, malbat wê ji vir bên tehliyekirin.

Dewleta Tirk her wiha dixwaze cerdevanan jî tevlî van êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurd bike.

Li gorî agahiyan, cerdevan jî wê tevlî operasyonan bibe. Lê tê gotin ku cerdevanên gundê Çaglar ê Nisêbînê qebûl nekirine ku tevlî van êrîşan bibin.