Çeteyên Qesrê bi hilweşandina mal û kargehên li Şirnexê hewl didin bi pêş ve biçin

Çeteyên Qesrê, li 5 taxên Şirnexê ku şer lê dijwar bûne hewl dide bi hilweşandina mal û kargehan bi pêş ve biçin.

Çeteyên Qesrê, li 5 taxên Şirnexê ku şer lê dijwar bûne hewl dide bi hilweşandina mal û kargehan  bi pêş ve biçin.

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk 60 roj in dewam dikin, li gelek taxan şerên dijwar diqewimin. Çeteyên Qesrê hewl didin bi hilweşandina malan ve bi pêş biçin. Di şerên dijwar ên li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Bahçelîevlerê de tê dîtin ku ji gelek nuqteyan dûman radibin.

Li Karayollari Bakim a di navbera taxên Bahçelîevler û Yenî de gelek mal tên bombekirin, çeteyên Qesrê ji bo karibin pêşiya xwe vekin, malan û kargehan bi teqemeniyan hildiweşînin. Ji qada navborî dûman bilind dibin.

Şer li beşa jêr a Qada Omer Kabak a li Gazîpaşayê, li qadên Qesta Axayê Sor û Kanîka Jêr ên Îsmetpaşayê, li derdora Qada Aştî ya Taxa Cûmhûriyetê bi dijwarî didomin. Dem bi dem li ser qadên şer topbaranê pêk tînin. Hejmarek zêde wesayîtên zirxî veguhestin herêmê.

Çeteyên Qesrê yên nikarin li beramberî berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê bi pêş ve biçin, li gelek avahiyên di bin kontrola wan de alên Tirkan daliqandine. Her wiha ji wesayîtên zirxî jî sirûdên nîjadperest hatine vekirine.

Li bajêr tevgerek zêde ya ambûlansan heye, her wiha veguhestina kamyonên sergirtî û TIR’an jî didome.