Çeteyên DAIŞ’ê yên êrîşî Şêxlerê kirin bersivên tund girtin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşa 12’ê Gulanê ya çeteyên DAIŞ’ê ku ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran birin li ser bajaroka Şêxlerê, di heman astê de hate bersivandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşa 12’ê Gulanê ya çeteyên DAIŞ’ê ku ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran birin li ser bajaroka Şêxlerê, di heman astê de hate bersivandin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapemeniya YPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

“12’ê Gulanê saet 08.00-13.00'an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê. Hêzên me jî di heman astê de êrîş bersivandin.

Komên çete di heman rojê saet 20.00'an de jî li dijî bajaroka Şêxler bi çekên giran êrîşek duyemîn li dar xistin. Êrîşa çeteyan heta saetên sibeha 13’ê Gulanê bi navber berdewam kiriye.

12’ê Gulanê saet 06.00-08.00'an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser başûrê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.

Çeteyên DAIŞ’ê di heman rojê saet 09.00'an de jî li dijî rojavayê bendava Tişrînê êrîşek li dar xistin. Di vê êrîşa çeteyan de şervanek Ceyş El Suwar ku yek ji pekhateya QSD’ê ye, gihişt şehadete.

12’ê Gulanê saet 19.00-21.00'an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê êrîş birin li ser gundê Qereqozax a dikeve başûrrojavayê Kobanê.”