Çeteyên DAIŞ'ê ji Cerablûsê êrîşî gundê Zor Mexar kirin
Çeteyên DAIŞ'ê ji kozikên xwe yên li Cerablûsa Jêrîn êrîşî gundê Zor Mexar ê Kobanê kirin. Şervanên QSD'ê bersiv dan û êrîş şikandin.
Çeteyên DAIŞ'ê ji kozikên xwe yên li Cerablûsa Jêrîn êrîşî gundê Zor Mexar ê Kobanê kirin. Şervanên QSD'ê bersiv dan û êrîş şikandin.
Çeteyên DAIŞ'ê duh saet di 14:30 de ji kozikên xwe yên li Cerablûsa Jêrîn, bi çekên giran û topên hawanê êrîşî gundê Zor Mexar ê 35 km li rojavayê Kobanê ye, kirin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di heman astê de bersiv dan êrîşê û derbên giran li çeteyan xistin.
Şerê li vê derê heta nîvê şevê dewam kir û 7 çete lê hatin kuştin, maşîneke çeteyan jî hat rûxandin. Çeteyên derbên giran ji hêzên QSD'ê xwarin, ji neçarî reviyan.