Çeteyên AKP'ê bi guleyên rastî êrîşî gundiyan kirin: 2 birîndar

Çeteyên AKP'ê bi guleyên rastî êrîşî gundiyên ji bo rakirina dorpêçiya li ser Geverê ketibûn ser rê, irin. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn, 3 ciwan ahtin binçavkirin. Berxwedana gel a li dijî dorpêçiyê dewam dike.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi sedan welatî li qada Kanî Heyder a taxa Zagrozê di bin bomberdûaman giran de ne. Derdora 2 hezar welatiyên ku ji bajarokê Bajergehê ji bo dorpêça li Geverê bişkînin û welatiyên di bin bomberdûmanê de biparêzin berê xwe dan navenda Geverê, li gundê Kelê rastî êrîşê tîmên JOH'ê hatin. Hêzên şer ên hikumeta AKP'ê rê li ber welatiyan girtin û destûr nedan ku bikevin navçeyê. Li hemberî astengkirinê, welatî jî diyar kirin ku dê bikevin navçeyê. Li ser vê tîmên JOH'ê ji wesayîtên zirxî bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin. 

Li gel hemû êrîş û astengkirinan jî gel bi biryar tevgeriya. Li ser helwesta gel vê carê jî tîmên JOH'ê ji wesayîtên zirxî ve gule reşand ser gel. Di encama êrîşan de welatiyê bi navê Yusuf Akdogan (70) bi bombeya gazê birîndar bû û gundiyan ew bir gundekî nêzîk. Ciwanê bi navê Erdem Şanlıturk (20) jî ji qorika xwe birîndar bû û hate ragihandin ku ji ber ranekirinê nexweşxaneyê xwîn jê diçe. 

Hêzên dewletê yên gel gulebaran kirin her wiha 3 ciwanan jî xistin binçav. Li hemberî êrîşan girse jî dest bi berxwedanê kir û sekna xwe ya li derdora gundê Kelê didomîne. 

Her wiha ketina navçeyê ya ji milê Wanê jî li xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê bi wesayîtên zirxî ve hate birîn.