Çete hatin dorpêçkirin, gelek ji wan hatin kuştin

Li Minbicê mabeyna çerxerêyên El Şerîa û Sebî Behrat komek çeteyên DAÎŞ’ê hatin dorpêçkirin, şerên giran rû dan. Di şer de gelek çete hatin kuştin.

Hate ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Fermandarê Şehîd Feysel Ebû Leyla de danê êvarî komek mezin a çeteyan mabeyna çerxerêyên El-Şerîa û Sebî Behral ên li rojavayê Minbicê ne, hatin dorpêçkirin.

Dorpêç her çû hate tengkirin û derbên giran li wan çeteyên DAÎŞ’ê yên ku hewl dan bi 2 wesayît û motorsîkletekî birevin hatin xistin.

Di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dorpêçkirî de şerê dijwar dewam dike.

Tê ragihandin ku heta niha gelek çete hatine kuştin.

Her wiha, hewldana êrîşê ya çeteyan ku xwestin bi wesayîta bombebarkirî pêk bînin, hate pûçkirin. Her 2 wesayît jî bi gulebaranê hatin bêbandorkirin.