Cenazeyên ciwanên li Wanê hatin înfazkirin dişînin Meletiyê
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe da xuyakirin ku dozgeriya Tirk bi hinceta 'ewlekariyê' wê cenazeyan bişîne Saziya Tipa Edlî ya li Meletiyê.

Li Wanê, rewşa aloz a ku ji ber înfazkirina 12 ciwanan ji aliyê hêzên dewletê ve li bajêr rû da, dewam dike.
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe da xuyakirin ku dozgeriya Tirk bi hinceta 'ewlekariyê' wê cenazeyan bişîne Saziya Tipa Edlî ya li Meletiyê.
Ozgokçe got, "Em niha li ber morgê ne. Niha nasname tên tespîtkirin. Polîsan nasname şandine ji Dozgeriya Komarê re. Dozgeriya Komarê got ku bi hinceta ewlekariyê wê cenazeyan bişîne Meletiyê. Em li hemberî vê derketin. Nasname gihaştin ber destê dozgeriyê. Heta nîv saeteke din wê nasnameyên ciwanan diyar bibin. Li gorî protokola otopsî divê bê qeydkirin. Me hişt ku ev bê kirin. Em bi şahidên bûyerê re axivîn. Hemûyan gotin, ciwan hemû bi guleya li serê wan ketî jiyana xwe ji dest dane. Şahidekî din jî diyar kir ku şer nîv saetê dewam kir, roketek avêtin malê û sê kesên ji malê derketin, di destê wan de çek nebû. Balkêş e ku wê cenazeyan bişînin Meletiyê. Fikarên me li ser lêpirsînê hene. Divê li Meletiyê heyeteke serbixwe otopsiyê bike."