Cenazeyekî din ê li Sûrê hat teşxîskirin

Nasnameya yek ji mirovên li Sûrê hatin qetilkirin, eşkere bû. Cenazeyê Cîhat Turkan ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin.

Yek ji 8 cenazeyên mirovên li Sûrê bi mîzansena 'şer qewimiye' ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin, li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê teşxîs bû.

Malbata Turkan danê sibehê çû saziya tipa edlî û cenazeyê Cîhat Turkan teşxîs kir.

Malbata Turkan wê cenaze bibe Amedê.

Malbatên ku cenazeyên li Meletiyê teşxîs nekirine, berê xwe dan Elezîzê ku 7 cenaze lê ne.

Ji 15 kesên li Sûrê hatin qetilkirin cenazeyên 8 ji wan birin Meletiyê, 7 jî bibin Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê. 

Li Meletiyê niha 6 cenaze, li Elezîzê jî 7 cenaze li benda teşxîskirinê ne.