Cenazeyê kedkarê çapemeniyê Banê şandin Başûr

Cenazeyê kedkarê çapemeniyê Armanc Resûlî (Agir Banê), ku di dema şopandina operasyona berfireh a 'Tolhildana Geliyê Şîlo' de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat şandin.

Şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê li pêşiya Nexweşxaneya bajarê Dêrikê kom bûn û cenazeyê têkoşerê rojnamevan Agir wergirtin û bi karwanek mezin a ji wesayîtan bi tililîyên dayikan û dirûşmên silavkirina cangoriyên azadiyê berê xwe dan Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ku derbasî Başûr were kirin.

Li Deriyê Sînorê Sêmalkayê, bi deqeyeke rêzgirtinê merasîmê destpê kir. Piştre merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hat kirin.

Fermandarê YPG’ê Ebûd Dêrik li ser navê YPG/YPJ’ê, hêzên Asayîşê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên li Rojava berxwedaneke mezin dikin axivî û anî ziman, ku di şexsê Agir de ew tevahiya cangoriyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin.

Dêrik her wiha sersaxî ji malbata têkoşer Agir re xwest û got: "Me bi şehadetê destpê kir, em ê bi şehadetê jî bi serkevin, gelê me rêya şehîd û cangoriyên xwe bişopînin ji bîr nekin bi saya têkoşîn û fedakariya cangoriyên azadiyê me ev destketî bi dest xistine."

Di dawiya axaftina xwe de Dêrik got: "Heta dawiyê em ê ji bo azadiyê rêya cangoriyan bişopînin."

Piştî axaftinê şervanên YPG/YPJ’ê cenazeya têkoşer Agir rakirin wesayîtê û ber bi başûrê Kurdistanê ve bi rêkirin.