Cenazeyê Karakoç ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin
Cenazeyê Mazlum Karakoç (Gelhat Dîcle) yê li navçeay Sûrê bi 7 hevalên xwe ve hate qetilkirin li gundê Kilêsî ya Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê Mazlum Karakoç (Gelhat Dîcle) yê li navçeay Sûrê bi 7 hevalên xwe ve hate qetilkirin li gundê Kilêsî ya Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê Mazlum Karakoç (Gelhat Dîcle) yê li navçeya Sûrê bi 7 hevalên xwe ve hate qetilkirin li gundê Kilêsî ya Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Apê Karok, Selahattîn Karakoç di merasîmê de wiha got: "Em bibin yek û îxanet li van mirovan nekin."
Cenazeyê Mazlum Karakoç (Gelhat Dîcle) yê li navçeay Sûrêya Amedê bi 7 hevalên xwe ve hate qetilkirin li gundê Kilêsî ya Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Cenazeyê ku duh ji aliyê malbatê ve ji Meletiyê hate wergirtin anîn Farqînê. Cenaze li gundê Qurtê ya Farqînê ji aliyê hezaran kesanv e hate pêşwazîkirin û bi konvoya ji sedan wesayîtan pêk tê anîn gundê Kilêsiyê. Di têketina gund de cenaze ji aliyê qirseyekî qerebalix ve hate pêşwazîkirin û bi dirûşma "Şehîd namirin" ve heta goristanê birin.
'VÎ GELÎ TI CARAN SERÊ XWE NETEWAND'
Beriya ku cenaze bê edfinkirin rêz hate girtin û Sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Piştî ku cenaze hate definkirin jî Rêveberê DBP'ê yê Amedê Hasan kale axaftinek kir û wiha got: "Dema ku em li dîroka xwe dinêrin dîbinin ku qatlîam hene. Vî gelê ti caran serê xwe netewand, çong daneynî. Em îro jî bawer dikin ku am ê çong daneynin."
'ŞEHÎDÊN ME SERBILINDIYA ME NE'
Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier jî wiha got: "Mazlum, nirxê me, şeref û namûsa me ye. Şehîdên me serbilindiya me ne. Şehîdên Kurdistanê bi hezaran salan e hene. Ji bo welat, ax, şeref û namûsa xwe, ji bo rêxistinbûna xwe, ji bo rêveberina xwe şehîd bûn."
Taşçier gotina helbestkarê Kurd Cîgerxwîn ê "Hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek" bi bîr xist û got ku divê gelê Kurd bibin yek.
'EM BIBIN YEK Û ÎXANET LI VAN MIROVAN NEKIN'
Apê Karakoç, Selahattîn Karakoç jî wiha axivî: "Tekane daxwaza min divê yekîtiya we saxlem û xurt be. Tehamula wan di ol û doza me de tineye. Di quranê de jî teamulên wan tineye. Ji ber vê yekê jî divê yekîtiya me heye. Em bibin yek û îxanet li van mirovan nekin."
Ji bo Karakoç li Mala Şînê ya Uçyola Farqînê serxaxî tên qebûlkirin.