Cenazeyê Kaçman ê li Sûrê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê Farûk Kaçman ê li Sûrê hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê Farûk Kaçman ê li Sûrê hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê Farûk Kaçman ê di 19'ê Sibatê de di dema berxwedana li navçeya Amed Sûrê de hat qetilkirin û cenazeyê wî piştî 20 rojan radestî malbatê hat kirin, li Goristana Yenîkoyê hat veşartin.
Girseya gel a cenaze ji morga goristanê derxist, li ser milan birin cihê lê bê veşartin. Piştre li ber dirûşme û duayan cenaze hat veşartin.
Hevserokê MEYA-DER'ê Hasan Pençe li merasîmê peyivî û got, "Em her sibe lehengên xwe yên soza azadiyê dane vî gelî defn dikin. Wan nîşan dan ku bi çi rengî serî nayê tewandin û tevlî karwanê nemiran bûn. Em ê jî layiqî soza wan bin."
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen jî da xuyakirin, ku zilmeke giran li gelê Kurd tê kirin û got, "Li hemberî vê zilmê Sûrê agirê îsyanê pêxist. Ev agir agirê Newrozê, agirê azadiyê ye. Sûrê li hemberî zilma Dehaqan li ber xwe da û ev yek veguherand biharê. Yên ev bi ser xistin, Farûk û kulîlkên mîna wî bûn. Di vê biharê de agirê Kawa li Sûrê pêxist. Şehîdên Sûrê şehîdên me yên Newrozê ne."
Malbat piştî veşartina cenaze, vegeriya Tarsûsê ji bo konê sersaxiyê vede.