Cenazeyê Îdîm hat veşartin

Cenazeyê M. Emîn Îdîm ê li Cizîrê di dema hovîtiya dewleta Tirk de hat qetilkirin, piştî ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin, duh bi şev hat veşartin.

Cenazeyê M. Emîn Îdîm ê li Cizîrê di dema hovîtiya dewleta Tirk de hat qetilkirin, piştî ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin, duh bi şev hat veşartin.

Nasnameya Îdîm di encama testa DNA de hat tespîtkirin. Bi teşxîskirinê re malbatê cenazeyê xwe rakir û ji bo veşartinê duh bi şev anî Cizîrê.

Cenaze nîvê şevê li Goristana Zarokan a li Taxa Yafesê hat veşartin.

Bi tenê malbat û rêveberên MEYA-DER'ê beşdarî merasîma cenaze bûn.