Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Baran hate definkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Firat Baran li Amedê ji bo koça xwe ya dawî hate oxirkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Firat Baran li Amedê ji bo koça xwe ya dawî hate oxirkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Firat Baran (Harun Pasûr) ê li Semsûrê di 20'ê Tebaxê de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Amedê hate definkirin. Cenazeyê Baran ji Meletiyê piştî otopsiyê di saetên nîvro ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û di ketina Amedê de ji bi girseyî hate pêşwazîkirin. Cenaze anîn goristana Yenûkoyê û piştî wecîbeyên olî bi dirûşmên, "Şehîd namirin" "Qatil Erdogan hate definkirin. Piştî ku cenaze hate definkirin flamaya kesk û sor û zer danîn ser gora Baran.

Hevserokê MEYA-DER a Amedê Hasan Pençe li goristanê axivî û diyar kir ku şerekî ne exlaqî tê meşandin, operasyonên siyasî tên kirin, mirov tên qetilkirin êdî tehemûla kesekî nemaye. Pençe got ku divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re muzakere destpê bikin.

Bavê Baran, Halîs Baran jî spasiyên xwe li kesên ku beşdarî merasîmê bûn kir û wiha got: "Êdî tiştekî ku em bibêjin nemaye. Her tim li goristanan heman tiştî dubare dikin êdî bes e."

Piştî merasîma cenaze gel ji bo sersaxiyê çû Mala Şînê ya Temiranê.