Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Okalîn hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Leyla Okalîn (Hêvî Havîn), ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Leyla Okalîn (Hêvî Havîn) a di 5'ê Tîrmehê de li navçeya Şirnex Elkê ji ber êrîşa hewayî jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê û rêveberên MEYADER'ê ve ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat wergirtin û ew birin Êlihê. Darbesta cenazeyê Okalîn li pêşiya bajêr ji aliyê bi sedan kesî ve bi tilîlî û dirûşmeya "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin. Girseya gel, bi konvoye ji sedan wesayîtî, cenaze bir goristana Girbereşkê. Di merasîma li vê derê de bi hezaran kes amade bûn, ku Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP û DBP'ê di nav de bûn. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Kek Tûran Okalîn li merasîmê axivî û diyar kir, ji bo azadiya gelê Kurd û dilsoziya bi bîranîna şehîdan re, ew ê xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin. Okalîn got, "Piştî her şehadetê em hîn bêhtir xwe li têkoşînê digirin. Di encama vê têkoşînê de wê gelê Kurd azad bibe."

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî ragihand, ew ê ala cangoriyên têkoşîna azadiyê her bilind bikin û got, "Navên têkoşerên azadî û wekheviyê wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsandin."

Piştî axaftinan, jinan darbesta Okalîn hilgirt ser milan û li ber duayan ew spart axê.