Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Karaçelîk hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Evîn Karaçelîk (Gulbahar Demhat) a li Elkê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Kop a Mûşê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Evîn Karaçelîk (Gulbahar Demhat) a li Elkê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Kop a Mûşê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Evîn Karaçelîk (Gulbahar Demhat) a li navçeya Colemêrg Elkê di êrîşa hewayî ya 5'ê Tîrmehê de tevî 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, li gundê Sirtalî yê Kopa Mûşê ji hêla bi sedan kesî ve hat definkirin.
Cenazeyê Karaçelîk ji hêla malbata û xizmên wê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat wergirtin, li ser rêya Bedlîs-Mûşê ji hêla bi sedan kesî ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin û ber bi gund ve hat birêkirin. Konvoy li pêşiya gund ji aliyê gundiyan ve hat pêşwazîkirin. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî yên li mizgefta gund, cenazeyê Karaçelîk li ber dirûşmên "Şehîd Namirin" ha veşartin.
Tevî rêveberên DBP û MEYA-DER'ê gelek welatî beşdarî merasîma cenaze bûn û li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka DBP'a Mûşê Hatîce Şeker axivî û diyar kir, ku Karaçelîk ala Arîn, Sara û Bêrîtanan rakiriye û layiqî wan têkoşiya ye. Şeker got, "Heta ku têkoşîna me ya pîroz bi aştiyeke rûmet bi encam bibe, wê bidome."
Dayika Karaçelîk, Asiye Karaçelîk jî got keça wê ne tenê şehîda malbatê ye, ya tevahiya Kurdistanê ye. Karaçelîk dest nîşan kir ku ew ji bo jiyaneke azad wan di temenê xwe yê kurt de têkoşîneke bêhempa meşandine û banga yekîtiyê li gelê Kurd kir. Dayikê got, "Di encama têkoşîna zarokên me em ê jiyaneke bi şeref bi dest bixin."
Piştî merasîmê girseyê ji malbatê re sersaxî xwest.