Cenazeyê Cîhat Turkan ber bi Êlihê ve ket rê

Cîhat Turkan ê ji kesên ku li Sûra Amedê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi hinceta "şer heye" hate qetilkirin, ji aliyê malbatê ve ji morgê hat wergirtin.

Li Sûra Amedê di dema dorpêçkirinên hêzên dewletê de bi hinceta "pevçûn heye" gelek kes hatin qetilkirin. Ji van kesan yek jî Cîhat Turkan ê 32 salî ye û ji bo otopsiyê cenazeyê wî şandibûn Saziya Tibya Edlî ya Meletiyê. Turkan ê ji aliyê malbatê ve cenazeyê wî hat teşxîskirin bi tilîlî û çepikan ji morgê hat wergirtin. Cenazeyê Turkan wê îro li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bê rawestandin û ji bo definkirinê wê sibehê ber bi Êlihê bê şandin. 

Her wiha polîsan li ber Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ji bo dîmenkişandina nûçegîhanan astengî derxistin û ji nûçegîhanê DIHA’yê re gotin,"Êdî nûçegîhanê DÎHA'yê nikare li vir dîmenan bikişîne" û bi vî awayî destûra dimenkişandinê nedan.