Cenazeyê Aysal a li Sûrê hat qetilkirin hat teşxîskirin
Cenazeyê Gulîstan Aysal a ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû înfazkirin, ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin.
Cenazeyê Gulîstan Aysal a ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû înfazkirin, ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin.
Malbata Aysal cenazeyê keça xwe li morga nexweşxaneyê teşxîs kirin, lê dîsa jî cenaze nedan malbatê û DNA xwestin.
Gulîstan Aysal a ku di nav 8 kesên li navçeya Sûra Amedê hatibûn înfazkirin de nasnameya wê pê re bû, ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin. Malbata Aysal saetên sibehê zû ji bo biçin Nexweşxaneya Perwerde û Lekolînê ya Gazî Yaşargîlê ku cenazeyê keça wan lê bû, amade bûn. Ji bo ku keça xwe teşxîs bikin, serî li Midûriyeta Emniyeta Amedê dan. Piştî serledanê ji cenaze şopên tilîyan girtin.
Malbata Aysal cenazeyê keça xwe li morga nexweşxaneyê teşxîs kirin, le dîsa jî cenazê nedan malbatê û DNA xwestin. Tevî hemû hewldanên parlamenterên HDP û malbatê jî cenazê radestî malbatê nekirin. Li ser vê malbatê jî nîmûneya xwînê da û ji nexweşxaneyê derket.