Cenazeyê 4 kesên li Hezexê hatin qetilkirin hatin defnkirin
Cenazeyê 4 kesên ku li Hezexê ji aliyên hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin, ji aliyê malbatan ve li Hezexê hatin defnkirin.
Cenazeyê 4 kesên ku li Hezexê ji aliyên hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin, ji aliyê malbatan ve li Hezexê hatin defnkirin.
Cenazeyên zarokên bi navê Mete Agirhan (15) û Ahmet Varli (15) û Sozdar Gazyan (18), Serkan Yildiz (19) ên li navçeya Hezex a Şirnexê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin ji aliyê malbatan vê sibehê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin wergirtin. Cenazeyên Agirhan, Varli, Gazyan û Yildiz anîn Hezexê û li goristana navçeyê hatin defnkirin.
LI CEM HEV DEFNKIRINA CENAZEYAN HAT ASTENGKIRIN
Hêzên dewleta Tirk ji bilî malbatan nehiştin ti kesên din tevlî merasîma cenazeyan bibe, li cem hev defnkirina cenazeyan asteng kirin. Li goristana ku hat dorpêçkirin, cenaze bi 50 metre navberan ve hat defnkirin.