BI DÎMEN

Cansiz, Dogan û Şaylemez li Parîsê hatin bîranîn

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, di salvegera 3. a komkujiyê de li paytexta Fransa Parîsê tên bîranîn.

Çalakiyên ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dewam dikin. Çalakiyên ku ev hefteyeke li paytexta Fransa Parîsê tên lidarxistin, duh êvarê jî dewam kirin. Hunermendan ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez duh stranên wan jê hez dikirin, gotin.

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, di salvegera 3. a komkujiyê de li paytexta Fransa Parîsê tên bîranîn.

Hunermendên TEV-ÇAND Fransa, Hozan Marûf û Suleyman Çarnewa, stranên ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jê hez dikirin, gotin. Di bîranînê de nivîskarê Kurd Fûat Kav jî helbesta ji bo her sê jinan nivîsandî xwend. Bavê Şaylemez Cûmalî Şaylemez di axaftina xwe ya li merasîma bîranînê de, cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibîr anî û destnîşan kir, ku azadî bi dayîna berdêlan bi dest dikeve.