Çalakiya Strasboûrgê di roja 14. de ye

Çalakiya rûniştinê ya li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) di pêşengiya KCD-E û TJK-E li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hat destpêkirin, di roja 14’emîn de bi bernameyek tijî dewam kir.

Gelek nûnerên Kurdistanî û Tirkiyeyî piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiya ku her roj bi sedan Kurdistanî dorveger dewam dikin û bi hezaran jî ziyaret dikin de îro ji bilî panelan ziyaretên piştevaniya şoreşgerî jî hebûn.

Nêzî 50 alîgirên Partîzan a Ewropa heta Konseya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan û Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê meş li dar xistin.  Alîgirên Partîzan ên li ber avahiyên DMME û CPT kom bûn, dirûşme berz kirin.

Li ser vê peyama piştgiriya endamên Partîzan, Kurdistaniyan jî biç epik û tilîliyan bersiv dan.

Li vir li ser navê alîgirên Partîzan axaftina hat kirin, di serî de şervanên YPJ’ê yên li Rojava şer dikin, roja tevahî jinan a 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Di axaftinê de berxwedanên gelê Kurd ên li Cizîr, Sûr, Silopiya, Hezex û Nisêbînê hatin silavkirin, hat destnîşankirin ku li Kurdistanê berdêlên giran tên dayîn.

Di axaftina ku Mehmet Tûnç ê li Cizîrê bi berxwedanê jiyana xwe ji dest da jî hat bibîranîn, wih hat gotin: “Me ji Mehmet Tûnç silavek girt, got; éMe li ber xwe da, lê em ê ti carî serî netewînin.’ Em ê dilsozê vî silavî bin. Rojava mînak e. Gelek tiştên ku em ji Rojava fêr bibin hene. Têkoşîna li Rojava wê li tevahî Rojhilata Navîn belav bibe. Em ê bi hev re HPG û TÎKKO şoreşa Tirkiyeyê çêbikin. Wek li Kobanê, wê dîsa serketin a me be. Ev qetlîam ewqasî mezin in ku mizgîna mezinbûna berxwedana ewqasî mezin dide. Hevalên me yên li wir li ber xwe didin ji vê çalakiya we hêzek mezin digirin.”

Li ser navê Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropa (ATÎK) Arda Eren jî wiha got: “Em hêvî dikin ku gelên li Ewropa jî vê berxwedana me bibînin. Em ê nebin şervanên ti kesî, em ê bibin şervanên gelê xwe û em ê bibin parçeyekî vê berxwedanê.”

Di çarçoveya çalakiya li Strasboûrgê bi tevlîbûna sedan kesî ve panel hatin lidarxistin.

Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Abdûlkerîm Osman di panelê de axivî, wiha got: “Bi saya rêxistinbûyina Kurdan, li Sûriyeyê Lozanek duwem hat astenkirin, bi vê ve jî tinekirina Kurdan hat sekinandin.”

Abdûlkerîm Osman di Şoreşa Rojava de bal kişand ser rola Kobanê, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan di bajarê yekem li Rojava ketiyê rizgarî daye destpêkirin, Kobanê jî bi berxwedana li dijî DAIŞ’ê ve agir daye fitîla rizgariyê.

Li ser pêşketinên herî dawî yên Rojhilatê Kurdistanê jî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Îbrahîm Elîpûr axivî, berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir. Elîpûr destnîşan kir ku êşên li her parçeyê Kurdistanê yek in.

Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav jî têkîldarî kar û girîngiya meclîsên gel panel da. Kav got, ‘Rêbertî dibêje silavê nedin kesên ne endamên meclîsan’ û bal kişand ser pêwîstiya meclîsên gel. 

Çalakiya li Strasboûrgê wê hefteya pêş jî dewam bike. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî wê sibehê saet 13.00’an çalakiya kon ziyaret bike, civînek gel li dar bixe.