Çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê di roja 14. de ye
Çalakiya nobedê ya di pêşengtiya KCD-E û TJK-E, li bajarê Strasboûrg ê Faransayê di roja 14. de berdewam dike.
Çalakiya nobedê ya di pêşengtiya KCD-E û TJK-E, li bajarê Strasboûrg ê Faransayê di roja 14. de berdewam dike.
Çalakî, îro jî ji aliyê gelek nûnerên saziyan hat ziyaretkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr wê sibehê konê nobedê ziyaret bike.
Çalakiya ku her roj bi dehan kes û sazî piştgiriyê didinê, êrîşên rejîma faşîst a Qesrê-AKP’ê protesto dikin.
Di roja 14. a çalakiya nobedê de bi sedan Kurdistanî ji Swîsreyê hatin, bi nûnerên Partîzan û REJAK’ê re kon ziyaret kirin. Gel li cihê kon hatiye danîn kom bû, pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê anîn ziman.
Piştre nûnerên Karên Derve yê Kantona Cizîrê hat cihê çalakiyê. Heyet bi moral hat pêşwazîkirin, têkildarî çalakiyê û Bakurê Kurdistanê agahîyên dawî hatin parvekirin.
Hat diyarkirin ku Parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr wê sibehê saet 13:00’an çalakiya nobedê ziyaret bike û wê ji çalakvanan re civînekê li dar bixe.