Çalakiya mertalên zindî ya li Amedê didome

Çalakiya mertalên zindî ya li dijî operasyona artêşa Tirk a li sêgoşeya Lice-Hênê-Karazê hat destpêkirin, di roja 5. de dewam dike.

Çalakiya mertalên zindî ya li gundê Hurê yê Hênê li dijî operasyona artêşa Tirk a li sêgoşeya Lice-Hênê-Karazê hat destpêkirin, di roja 5. de dewam dike.

Li hemberî hebûna leşkerên li herêmê, bi sedan kes li Girê Zerê çalakiya mertalên zindî dimeşînin, ku pêşî operasyon û windahiyên gengaz bigirin. Girseya gel bi şev li dora agir govendê digerîne û bi berbanga sibê re li herêmê dest bi girtina nobedê dike.

Mertalên zindî diyar kirin ku heta operasyonên leşkerî bi dawî bibin ew ê çalakiya xwe dewam bikin û bang li gelê Kurdistanê kirin ku li herêmên operasyonê bibin mertalên zindî.