BI DÎMEN

Çalakiya gerîla, leşkerên Tirk xist nava panîkê: Leşkeran kozikên xwe terikandin û reviyan

Çalakiya gerîlayên HPG/YJA Starê ya li herêma Oremarê ya Geverê, ku artêşa medya hikûmeta AKP'ê bi hesasiyeteke mezin hewl da veşêre, dîmenên wê hatin weşandin.

Çalakiya gerîlayên HPG/YJA Starê ya li herêma Oremarê ya Geverê, ku artêşa medya hikûmeta AKP'ê bi hesasiyeteke mezin hewl da veşêre, dîmenên wê hatin weşandin.

Çalakiya gerîlayan û panîka bi leşkerên Tirk ketibû, ji aliyê kameraya gerîla ve hat qeydkirin.

Hêzên HPG û YJA Starê, li qadên Şehîd Bager, Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên Oremarê, li hemberî kozikên leşkerên Tirk çalakiyek pêk anî bûn û di encama vê çalakiyê ji artêşa Tirk gelek leşker hatibûn kuştin.

Di vê çalakiya 4-5 û 6'ê Adara 2016'an de 26 leşkerên Tirk hatibûn kuştin. Medyaya ser bi hikûmeta AKP'ê ku hewl dide rastiyan ji gelê Tirkiyeyê veşêre, ev çalakiya ku 3 rojan dewam kir mîna şerekî ji rêzê nîşan da û hewl da kuştiyên xwe veşêre. Lê ev hewldanên hikûmeta AKP'ê û medya wê yên ji bo veşartina rastiyan ji gelên Tirkiyeyê, bi dîmenên vê çalakiyê yên ji aliyê kameraya gerîla ve hat kişandin, pûç bûn.

Di dîmenên ji aliyê kameraya gerîla ve hatine kişandin de tê dîtin; gerîla bi awayekî dizî xwe digihînin cihekî gelekî nêz ê kozikên leşkeran. Gerîlayên xwe gihandin ber leşkerên Tirk, li vê derê li benda fermana lêdanê ya fermandarên xwe disekinin. Bi hatina fermana lêdanê re gerîlayên HPG û YJA Starê bombe û guleyan li kozikên dijmin dibarînin. Leşkerên Tirk ên bi teqîna bombeya destpêkê re haya xwe ji gerîla çêdibin, dikevin nava panîkeke mezin. Gerîla piştî çend kêliyan dikevin hundirê kozikên leşkerên Tirkî û leşker şoq dibin. Ev leşkerên Tirk ên şoqbûyî, ji kozikên xwe direvin.

Reva leşkerên Tirk ji kozikan, kêlî bi kêlî ji aliyê kameraya gerîla ve tê qeydkirin. Di encama vê çalakiyê de leşkerên Tirk gelek kuştiyan didin. Piştî çalakiyê jî gerîla li ber van kozikên leşkerên Tirk jê reviyan, wêneyan dikişînin.

...