Biryargeha dewletê ya li Cizîrê mîna Reqqayê ye!

Li avahiyeke Cizîrê ku hêzên dewletê ji xwe re kiribûn biryargeh, pereyên Sûriyeyê, Emîrên Ereb ên Yekbûyî, Rûsya û Macarîstanê hatin dîtin. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de çete bi kar anîne.

Li avahiyeke Cizîrê ku hêzên dewletê ji xwe re kiribûn biryargeh, pereyên Sûriyeyê, Emîrên Ereb ên Yekbûyî, Rûsya û Macarîstanê hatin dîtin. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de çete bi kar anîne.

Hêzên dewletê bi hezaran tîmên taybet û polîsên taybet 80 rojan bi tankg û topan êrîşî Cizîrê kirin. Xwestin Cizîrê vala bikin. Lê gelê Cizîriyan cih û warê xwe berneda û Cizîr terk nekir. Piştî hêzên dewletê êrîşên li ser Cizîrê bi dawî kir û hêza xwe paşve kişand, şopa qirêjî, lîstik û tifaqên Tirkiye yên bi çeteyan re jî derdikevin holê. Di dane û delîlan de derket holê ku têkiliya hêzên dewletê yên li Cizîrê êrîş pêk anî bi çeteyên El Qaîdeyê re heye. Di êrîşên li ser Cizîrê de hêzên dewletê avahiyek 5 qat a li taxa Surê wekî biryargeh bikar anî. Piştî êrîş bi dawî bûn avahî vala kirin û xwe paşve kişand. Di avahiya ku hêzên dewletê wekî biryargeh bikar anîbû şop û delîlên ku têkiliya hêzên dewletê ya bi çeteyên El Qaîdeyê re li ber çavan raxist. Piştî hêzên dewletê avahî vala kir di avahiyê de pereyên aydî Sûrî, Emîrên Yekbûyî yên Ereb, Rusya û Macaristanê hatin dîtin. Vê rastiya li Cizîrê nîşan da ku Tirkiye çeteyên girêdayî El Kaide şandine ser Cizîrê û şer kirine. 

Şêniyên malê diyar kirin ku piştî hêzên dewletê avahiya wan vala kir dîsa li malên xwe vegeriyan û dîtin ku xaniyê wan bûye enqaz û kavil bûye. Welatiyan, destnîşan kirin ku pereyên aydî dewletên biyanî li pey xwe hiştine û di nava kapsulên fîşekan de pereyên wekî "United Arab Emirates", "Forient", "PYJIb"i "BANK POCCHII" û pereyên Sûrî hebûn. 

Şêniyên avahiyê destnîşan kir ku ev jî nîşan dide çete ji welatên Çeçenistan, Ozbekistan, Turkmenistan û Azerbaycanê hatine tev li êrişên Cizîrê bûne 

Welatiyan da zanîn ku li ser dîwarên avahiyên wan nivîsên nijadperest û neheqiyê li nirxên gelê kurd dike hatiye nivîsandin. 

Welatiyan ragihandin ku gelek xanî û malên ku hêzên dewletê dagir kir, wekî kozikan bikar anîn û wiha gotin. "Kîsên xîzê dabûn ber pace û deriyan û xanî wekî kozik bikar anîn. Hemû alav û amûrên malan talan kirine û wêran kirine." 

Welatiyan bilêv kir ku berî êrîş destpê bike agahiyên "Tabûra Tirkmenan" li Cizirê bi cih kirine û di diyalogên bêtêlan ên hêzên dewletê de axaftinên erebî, Azerî nîşan dida ku hêzên biyanî li Cizîrê şer dikin. 

Fermandarê Çeteyên Ehrar El Şam ê ku li Rojava li xwe mikur hatibû M.E.Z. diyar kiribû ku 750 çete bi hevkariya MİT'ê derbasî Tirkiyê bûne û li herêma Cizîr, Sûr û Sîlopiyayê şer dike.

...