‘Biratî li Wanê hat gulebarankirin’
Parlamenter Botan di protestoya înfazkirina 12 welatiyên vê sibehê li Wanê hatin qetilkirin axivî, bang li gel kir ku li dijî zilmê bê deng nemînin.
Parlamenter Botan di protestoya înfazkirina 12 welatiyên vê sibehê li Wanê hatin qetilkirin axivî, bang li gel kir ku li dijî zilmê bê deng nemînin.
Parlamenter Botan di protestoya înfazkirina 12 welatiyên vê sibehê li Wanê hatin qetilkirin axivî, bang li gel kir ku li dijî zilmê bê deng nemînin.
Li ser înfazkirina 12 welatiyên li Wanê, DBP’e û HDP’ê hewl da li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniya çapemeniyê bide. Polîsan park vala kirin, bi wesayîtên zirxî û tîmên taybet ve dagirtin, her wiha avahiyên DBP’ê û HDP’ê dorpêç kirin û nehiştin gel ji avahiyan derkevin. Li ser vê girseya li pêşiya avahiya DBP’ê ya bajar kom bû vê helwesta polîsan protesto kir. Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan lê pêşiya avahiya DBP’ê ya Bajar daxuyanî da, bang li gel kir ku li hember vê zilmê bê deng nemînin.
Botan ragihand ku hin polîsan gotiye, “me talîmata bikujin girtiye” ev jî bi xwe înfazek bê daraz a vekirî ye. Botan destnîşan kir ku 12 kes jî dikarîbûn bi saxîtî bigirtana lê bi awayekî aşkera gule li serê wan daye û hatine înfazkirin.
Botan bal kişand ku dema bûyer bihîstine hatine cihê bûyerê û li wir Dozgerê Komarê ne di nav ekîba lêkolîna cihê bûyerê de bû wiha domand: “Niha lêpirsînek bi tendurist nameşe. Diviya di lêkolîna cihê bûyerê de dozger hebûya, ev pêk nanîn, bi hinceta ewlehiyê ve cenaze rakirin Morga Tipa Edlî ya Meletî. Ev tevahî nîşan dide ku 12 kes hatine înfazkirin.”
Botan destnîşan kir ku bi van qetlîaman ve biratiya hezar salî bi dawî bûye û biratiya hezar salî îro li Wanê hatiye gulebarankirin, bang li gelê Wanê kir ku sibehê jiyanê bisekinînin û sibehê saet 12.00’an tevlî çalakiya li Beşyolê bibin.
Botan wiha helwest nîşan da. “Em ti caran serî natewînin. Yên bi van qetlîamana sebrê me dipîvin divê vê baş bizanibin, vî gelê bi sedsalan serî netewand û wê netewîne.”