Li Qersê ku HDP lê bi ser ket, li ser îtiraza MHP'ê dengên li bajêr jinûve hatin jimartin. Jimartina dengan a li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr danê sibehê qediya.
Dengên li 167 sindoqan hatin jimartin û di encamê de 17 dengên HDP'ê zêde bûn. Hevşaredarê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen li ser hesabê Twitterê peyamek weşand û got, "Jinûve jimartina dengên li Qersê bi dawî bû. Dengên me bi 17 dengên din zêde bû. Em spasiyê ji her kesî re dikin ku heta serê sibehê li nava edliyeyê xebitîn û li ber edliyeyê sekinîn."