Bi yek dengî ‘Qatil Erdogan’

Gelê li bajarê Qamişlo berê xwe dan gundê Sêgirka û kiryarên AKP’ê yên li hember gelê Bakurê Kurdistanê şermezar kir.

Hemwelatiyên taxa Qedûrbeg a bajarê Qamişlo û endamên Rêxistina Yekîtiya Star berê xwe dan gundê Sêgirka yê li ser sînorê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de. Qamişloyiyan kiryarên AKP’ê yên li hember gelê Bakurê Kurdistanê protesto kirin.
Li gundê Sêgirka çalakiya piştgiriyê bi rêzgirtina deqeyekê destpê kir. Piştre Rêvebera Mala Jin a taxa Qedûrbeg Şeha Xelîl û li ser navê Meclîsa Gel a Qedûrbeg Fewaz Xelîl axivîn û berxwedana dîrokî ya gelê Bakurê Kurdistanê silav kirin, her wiha komkujiyên AKP’ê yên ji dijî sivîlan şermezar kirin. Bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên AKP’ê jî hat protestokirin.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku gelê Rojavayê Kurdistanê wê her dem li pişt gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê be, bang li hemû Kurdan hat kirin ku li hember kiryarên li dijî mirovahiyê yên ku der heqê gelê Kurd de tên kirin bibin yek.

Çalakvanan berê xwe dan Nisêbînê û alên TEV-DEM’ê, Rêxistina Yekîtiya Star, YPG û YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Bakur”,”Qatil Erdogan” û ji Ocalan Re Azadî” ve  çalakiya piştgiriyê dewam kirin.