Bi hezaran jin ji bo 8’ê Adarê li qadan bûn
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi deh hezaran jin bi înada hişmendiya hikûmeta AKP’ê ya “Qedexeyî” kolan tijî kirin, li dijî şer aştî û li dijî şidetê jî azadî qîr kirin.
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi deh hezaran jin bi înada hişmendiya hikûmeta AKP’ê ya “Qedexeyî” kolan tijî kirin, li dijî şer aştî û li dijî şidetê jî azadî qîr kirin.
Jinên ‘xwe bi berxwedanê pêçan û îsyan bilind kirin’, wiha gotin: “ Ji bo azadkirina bedena xwe, keda xwe, nasnameya xwe bi ruhê 8’ê Adarê em li vir in û em ê tim li vir bin.”
AMED
Li Ameda ku wê fînala çalakiyên 8'ê Adarê pêk bê, KJA xebatên xwe bê navber didomîne. Jinan ewlehiya mîtîngê pêk anîn û li Qada Stasyonê daxuyanî dan. Ji Kordînasyona KJA'yê ya Amedê Zubeyde Zumrut diyar kir ku ji bo mîtîngê serlêdan kirine û wê 300 jin ji ewlehiya mîtîngê berpirsiyar bin.
Zumrut destnîşan kir ku li dikê, li kortejê ewlehiyê pêk bînin û bi mehên biharê re divê jin li qadan bin. Zumrut bang li hemû jinan kir ku beşdarî mîtîngê bibin. Zumrut bi lêv kir ku di 8'ê Adarê saet di 10.00'an de li Kongreya Civaka Demokratîk kom bibin û heta Qada Stasyonî bimeşin. Zumrut got ku wê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag beşdarî mîtîngê bibe.
KOCAELÎ
Koordînasyona Kocaeli ya KJA'yê, Komîsyona Jinan a rêveberên HDP'ê ya Darica, bi heman armancê li kolana Bagdat a Daricayê daxuyanî dan çapemeniyê.
Jinan di çalakiyê de pankartên "Dema dewlet ket nava hewldanên îşkenceyê jinan dest bi berxwedanê kir" û "Tundiya mêr rawestînin, jin têkevin parastina rewa" vekirin û dowîzên "Bê jin jîyan nâbe", "Parastina jinê ya rewa heq e" û "Jinên bedena wan tên teşhîrkirin rûmeta me ne" bilind kirin. Jinan bê navber silogana "Jin Jiyan Azadi" berz kirin û berxwedana jinên Kurdistanê silav kirin.
Li ser navê jinan Canan Yildirim daxuyanî da û xwest jin têkoşîna xwe ya azadiyê li her qadê bilind bikin. Yildirim, êrîşên polîsan ên li Kadikoyê jî şermezar kir, xwest di xeta Beritanan de li ber xwe bidin. Yildirim, şehîden jin bi bîr anî û hurmeta xwe nîşanî wan da.
Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.
RIHA
Hevbirin KJA yên Rihayê jî bi heman armancê li navçeya Wêranşarê xwestin mîtîngê pêk bînin, lê walîtiya Rihayê destûr neda. Polîsên duh destûr nedan dezgeh li qada mîtîngê bê avakirin, serê sibehê qad û kolan dorpêç kirin. Jin li gel hemû astengiyên polîsan daketin qadan û li ber avahiya DBP'ê ya Wêranşarê kom bûn. Jin li gel zêdebûna polîsan dîsa li ber avahiya DBP'ê kom bûn û bi silogana "Jin Jiyan Azadi", "Zext me bêzar nakin" berz kirin. Jinan wêneyên jinên hatine qetilkirin Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakize Nayir û Ozgecan Aslan bilind kirin. Hevseroka HDP'ê ya Wêranşarê Ayşe Surucu, diyar kir ku herî zêde jin dikevin bin bandora şerê qirêj ê dewletê û jin wê vî şerî bişkînin.
Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Prz. Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku têkoşîna jinan heta 5 hezar salan kûr e û jin bi têkoşînek bi biryar û fedekar gihiştine îro. Sevda Çelîk da zanîn ku têkoşîna jinê di şexsê Ekîn û Taybet de bêtir xwe xuya kir û wê têkoşîna xwe mezintir bikin. Wekila HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Jinan piştî daxuyaniyê gorên jinên di şerê Kobanê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir û qûrnefil danîn ser goran.
ŞIRNEX
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî endamên jin ên Egîtîm Sen'ê li kolana Hunerê kom bûn, daxuyanî dan. Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeya Silopiyayê û gelek jin amade bûn. Jinan pankarta “Em ê bi jinên berxwedêr re civakê azad bikin" vekir û daxuyanî dan. Li ser navê Egîtîm Senê Sekretera nûnertiyê Ceylan Ûyar daxuyanî da û diyar kir ku dorpêçkirina navçeyê li dijî mafên mirovan û hiqûqê ye û herî zêde mafê jinan hat binpêkirin. Ûyar, bertek nîşanî polîtikayên AKP'ê yên li ser jinan da û anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe bilintir bikin.
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
ENQERE
Îro li Enqereyê bi sedan jin bi dirûşmeya "Em ji bo, aştî, ked, û azadiyê di berxwedanê de ne" daketin kolanan. Jinên ku gotin "Em qedexeyên walî nas nakin" û derketin qadan li Qada Kolejê hatin cem hev. Jinên ku di 25'ê Mijdarê de erka xweparastinê pêk anîbûn, îro jî ewlehiya xwe bi xwe girtin. Jinên ku nuqeteyên kontrolê danîn, lêgerîna çenteyan kirin, barîqatên parastinê danîn. Jinên ku li gel tevahî astengiyan li Qada Kolejê hatin cem hev, ber bi Kolana Sakaryayê ve meşiyan. Jin di meşê de dirûşmeyên "Jin dimeşin, berxwedan mezin dibe", "Jin jiyan azadî", "Bijî wekheviya gelan", "Têkoşîn ji Sakîneyan heta Sêvêyan berdewam dike" û "Çîlem, Nevîn azadiyê me ne" berz kirin.
JI BO JINÊN HATINE QETILKIRIN DEST LI HEWAYÊ BÛ
Jinên ku ji bo mitîngê li kolana Sakarya hatin gel hev, hember şîdeta mêr û qetilkirina jinan dest hildan hewayê û bi nîşana serkeftinê deqeyek rêz girtin û piştre daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Berî 159 sal di 8'ê Adarê de jinên kedkar; ji bo jiyana xwe, ji bo şert û mercên xebatê hîn baştir bibe, berdêlên giran di têkoşînê de dan. Ji wê rojê û pê ve li her çar aliyê cîhanê jin ji bo nasname, netew, bawerî û civaka xwe têdikoşin û ji bo aştî, azadî, jiyan û keda xwe, em ê her demê li ber xwe bidin." Pîrozbahiya 8'ê Adarê ya Enqereyê bi dirûşm, stran û govendan bi dawî bû. 11 jinên ku di çalakiyê de hatin binçavkirin hîna li emniyetê tên ragirtin.
DÊRSÎM
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya KJA'yê bi sedan jin li hev kom bûn û bi vekirina panqarta "Ji dagirkerî û komkujiya dewletê re hêzê me ya berxwedan û parastinê heye" ji Kolana Sanatê heta Sûka Binerd meşiyan. Hevşaredara Dêrsîmê Nûrhayat Altûn û Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî tevlî meşê bûn. Jinên ku li Dêrsîmê bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Destên dirêjî jinan dibin bila bişkin", "Ji jinên berxwedêr ên li Kurdistanê hezar silav" meşîn, dowîzên "Şîdeta mêr bîrdozî ye, erka xweparastinê rewa ye", "Dîsa dîsa serhildan dîsa berxwedan û dîsa xweparastin" hatin hildan. Jin bi erbane û tilîliyên, "Were bav, were hevjîn, were dewlet, bi înad serhildan, bi înad berxwedan û bi înad azadî" qîr kirin.
Piştî meşê li ser navê Platforma Jinên Dêrsîmê Şûkran Yilmaz axivî û diyar kir ku di bin navê qedexeyan de li Kurdistanê polîtîkayê qirêj pêk tînin û wiha got, "Jin bi vî şerî re di nava kolan û malên xwe de tên qetilkirin. Li Sûr, Cizîr û Silopiyayê komkujî pêk tên. Li gel êrîş û komkujî jin ji bo aştî û azadiyê li ber xwe didin û têdikoşin." Piştî axaftinan bi sedan jin gora Sakîne Cansiz ziyaret kirin û çalakiya xwe bi tilîlî û gerandina govendê qedandin.
WAN
Li navçeya Erdîşê ya Wanê di çarçoveya aktivîteyên 8’ê Aderê panela bi mijara “Têkoşîna Civakî û jin”hat lidarxistin. Axaftvanên panelê Parlementera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer, Hevşaredarê Hezro Guler Ozavci, endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Muzeyan Butun û gelek jî jî weke guhdarvan beşdar bûn. Panel li Salona Şaredariya berê ya Erdîşê hat lidarxistin, di panelê de panqartên “Em li kolanan in, li ber xwe didin û qedexeyan nas nakin”, "Em ê bi ruhê Ekin Wan serhildanê bilind bikin. Jiyana azad ava bikin" û alên KJA’yê hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê sînevziyonek têkildarî “ Têkoşîna Jinan” hat nîşandan.
Piştre wekîla HDP’ê Tûgba Hezer axivî û diyar kir ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd a 40 salî de têkokoşîna jinê cih digire. Hezer wiha got: “Dewleta Tirk a ku li dijî têkoşîna jinên Kurd a bi heybet ku heta roja me ya îro anî aciz dibe û dest bi qetilkirina jinan kiriye.”Li navçeya Şax a Wanê ji aliyê Kongereya Jinên Azad (KJA) ve bi sedema 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê panelek hat lidarxistin. Di panelê de wêneyên jinên siyasetmedar ên Kurd yên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin û pankarta “Heta jin azad nebe, civak azad nabe” hat hilgirtin. Piştî rêzgirtinê sosyolog Heva Derya wiha anî ziman: “ Roja 8’ê Adarê, roj li dijî hişmediya ku bedena jinê tazî dike û li kolanan tehşîr dike, bêdeng nabîn û têkoşînê mezin bikin e. Ji ber vê roja 8’ê Adarê li tevahî jinên kedkar ên cihanê pîroz dikim.”
Panel bi pirs û bersivdayînê bi dawî bû.
MÛŞ
Li navçeya Kop a Mûşê di aktivîteya ji pêşengtiya KJA’ê de li pêşiya avahiya DBP’ê ya navçeyê bi sedan jin kom bûn. Di aktivîteyê de panqarta “Jin ji bo azadiya Rêberê xwe û azadiya xwe li ber xwe didin” û wêneyên endama KJA’yê Fatma Ûyar , Pakîze Nayir û Sêvê Demîr yên ku li Silopiyayê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê axafitin hatin kirin.
Piştî axaftinan sînevziyona têkildarî 8’ê Adarê hat temaşekirin.
BEDLÎS
Li navçeya Norşîn a Bedlîsê di pêşengtiya KJA’yê de li Navenda Çandê sînevziyon û mihrîcan hat lidarxistin. Di aktivîteyê de panqartên “Her jina ku bi berxwedanê re di be yek, wê hilgirê serkeftinê be” û “ Jin ji bo azadiya Rêberê xwe û azadiya xwe li ber xwe didin” hilgirtin û dirûşmên “Jin jiyan azadî” qîr kirin. Piştî rêzgirtinê xebatkara KJA’yê Gulistan Yildiz axivî û diyar kir ku “Jin ji bo azadiya Rêberê xwe û azadiya xwe li ber xwe didin” daketine kolanan, wê rengê jinên bigihînin her herêmê.
COLEMÊRG
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji aliyê yekîtiya KJA’yê ve aktîvîteyek a pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê hat organîzekirin. Di pîrozbahiyê de hevseroka KCD, û parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak, hevserokên HDP û DBP’ê, Hevşaredara Şemzînan, Dayikên Aştiyê û bi sedan jin beşdar bûn. Irmak roja jinan a cihanê pîroz kir û dest bi axaftinê kir û wiha got: “ Di vê rêyê de hemû hevrêyên me û hevalên me yên ku li ber xwe didin silav dikin û ji ber vê ti kes nikare çavê me bitirsîne, nikarin heza me bipîvin û ti kes nikare serê me bitewîne û li pêşiya bilindbûna me bibe asteng.”
Irmak anî ziman ku tenê rêyek ya serkeftinê heye ew jî berxwedan e, û wiha axivî: “Em li hember vê zilmê nebin yek, li hember van tank û topan; wê her cih vegere mîna Cizîrê û wê her dever bibe goristanên me. Ji bo vê tenê rêyek li pêşiya me heye, ew jî berxwedan e.”
Pîrozbahî bi helbest gotina hûnermenda MKM’yê Meral Tekçiyê û bi govendgerandina jinan a reng bi reng ve bi dawî bû.
SÊWAS
Li Sêwasê li ser banga Platforma Demokrasiyê bi beşdariya gelek nûnerên civaka sivîl bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê, li Navenda Çandê ya Hecî Bektaşî Velî panelek hat lidarxistin. Di panelê de endama Meclîsa Jinên Elewî Nebiyet Mertturk, Parêzer Hatîce Mîlyay Yenîner weke axaftvan beşdar bûn, pêşkêşvanê panelê Gonulden Yaner kir.
Di panelê de endama Meclîsa Jinên Elewî Merttûrk axivî û diyar kir ku jin ji ber mêtîngeriya sîstema kapitalîst tên çewisandin, wê jin aştiyê ji bo tevahî cihanê bîne, ji ber wê bang li tevahî jinan kir ku yekgirtina xwe ava bikin.
Piştî gotûbêjkirin û nirxandinan panel, bi helbestgotina jinan ve bi dawî bû.