Bi çavên zarokan berxwedana Cizîrê
Li dû komkujiya dewleta Tirk li gelê Cizîrê kir, vegera mirovan a li bajêr destpê kir. Zarokên di bin zêdeyî mehekê li taxa Cûdî neçar man di nava êrîşên bi tank û topan de bijîn, bûyerên dîtin vegotin.

Zarokên ku şahidî ji wehşeta dewleta Tirk a li Cizîrê re kirin, ev 4 roj in dikarin di nava rojê de derkevin derve. Bi hevalên xwe re li kolanên veguherîne xirbe, dilîzin. Gotinên dayik û bavên xwe yên li ser komkujiyê dubare dikin. Ji bo mirovên li taxê jiyana xwe ji dest dan zarok dibêjin 'xwîna wan wê li erdê nemîne'.
Cesûr ê 12 salî dibêje, di dema qedexeya derketina derve de bombe li taxên wan hatin barndin û ji bo pirsa 'di dema şer de we çi dît?' vê bersiva balkêş dide; "Erdogan leşker û polîsên xwe şand Cizîrê. Bombe li her derê barandin, herî zêde zarok kuştin. Çima Erdogan zarok kuşt? Ji ber ku malên me dişewitînin, her kes gelekî xemgîn e. Lê Erdogan mizgeft jî xera kir, mala Xwedê jî xera kir. Em jî dibêjin çima mala me xera dike. Erdogan dijminê zarokan û dijminê Xwedê ye."
Bawer ê 10 salî, ku ji mehên havînê ve li cem ciwanekî wezîfedarê asayîşê yê li taxê birîndar bû ma, hewl da rewşa ciwanê birîndar vebêje, lê hevalên pê re nerazîbûn nîşanî wî dan û jê re gotin, 'Bawer, ev tiştekî veşartî ye, qalê neke' û nahêlin Bawer ji me re biaxive. Bawer dibêje ew gelekî bêriya ciwanên li taxên wan asayîş ava kirine û axaftina xwe wiha dewam dike: "Em ê ti carî destûrê nedin ku polîs li Cizîrê bimînin. Hevalên asayîşê dibe ku şehîd ketibin an jî çûbin cihekî gelekî dûr. Lê dema em mezin bûn, em ê hemû cihê xwe di nava asayîşê de bigirin."
Mûhammed Tahir ê ku parçeyên bombeyan dide hev û koleksiyonê çêdike, parçeyên şarapnelê yên topên hawanê yên li mala wan ketî nîşanî me dide û dibêje, "Van topan xaniyê me xera kir. Ez jî niha hemûyan didim hev û li hewcê kom dikim. Mirîşkên me û kulîlkên me jî bi bombeyan tine kirin. Erdogan ev komkujî kir, her kes ji Erdogan gelekî aciz e. Ji leşker û polîsan jî gelekî aciz in, ji wan nefretê dikin. Ji ber ku wan gotinên sixêfan li kolanên me nivîsandine."