Bêyî belge û delîlan, cezayê girtîgehê yê sermendî û 146 salan hat birîn
Dadgeha Cezayê Giran a Qersê pîvanên hiqûqê ji nedîtî ve hat û mora xwe danî binê biryareke sosret. Di dozekê de, bêyî belge û delîlan ji ber xwe ve ceza li 'bersûc' barand.
Dadgeha Cezayê Giran a Qersê pîvanên hiqûqê ji nedîtî ve hat û mora xwe danî binê biryareke sosret. Di dozekê de, bêyî belge û delîlan ji ber xwe ve ceza li 'bersûc' barand.
Dadgeha Cezayê Giran a Qersê pîvanên hiqûqê ji nedîtî ve hat û mora xwe danî binê biryareke sosret. Di dozekê de, bêyî belge û delîlan ji ber xwe ve ceza li 'bersûc' barand.
Li navçeya Qaxizman a Qersê, di 19'ê Tîrmeha sala 2015'an de, kes an jî kesên nenas molotof kokteyl avêtibûn mala endamê Meclîsa Bajêr ê AKP'yî Mehmet Demîr.
Piştî bûyerê, ji Midûriyeta Emniyete ya Navçeya Qaxizmanê re hat gotin 'sûcdar ciwanên bi navê Cevdet Demîr, Savaş Yildirim û Abdullah Kaya ye'. Li ser vê îxbarê, her sê ciwan hatin binçavkirin û di 21'ê Tîrmehê de hatin girtin, li Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê hatin bicihkirin.
Piştî wextekê, ji van ciwanan Demîr û Yildirim ji ber nebûna delîlan hatin berdan. Lê Abdullah Kaya bi rengekî girtî hat darizandin.
Di rûniştina dawî ya li Dadgeha Cezayê Giran a Qersê de hat ragihandin, ku di raporên lêkolînê yên Laboratûwara Krîmînal a Polîsan de tê gotin, "Di lêkolîna dîmenên kamera yên li cihê bûyerê de Abdullah Kaya nehatiye tespîtkirin, li ser kincê Kaya yê tê îdîakirin ku di dema bûyerê de li xwe kiribû şopa madeyên teqemenî yan jî şewitandinê nehatiye dîtin û li ser lepikên di bûyerê de hatine bikaranîn jî şopa tiliyên Kaya nehatiye dîtin."
Dadgehê ev raporên lêkolîna krîmînal ji nedîtî ve hat û mora xwe danî binê biryareke sosret. Dadgeha Tirk da xuyakirin, ku Kaya beriya niha tevlî meşên HDP'ê yên li Qaxizmanê bûye, dîmenê 'dişibe' kesê di dema bûyerê de û li gorî xala 302. a Qanûna Ceza ya Tirk cezayê girtîgehê yê sermendî û 146 sal li Kaya birî. Dadgehê her wiha ji ber zerara madî jî cezayê 120 hezar TL li Kaya birî.
Parêzerê malbata Kaya Bişar Alinak destnîşan kir, ku dadgehê hemû pîvanên hiqûqî tine hesibandiye û ji ber zexta siyasî ji ber xwe ve kiryarek afirandiye.
'DELÎLEK JÎ NÎNE'
Alinak diyar kir, ti tespît nehatiye kirin ku kesê di dîmen de xuya dike Abdullah Kaya be û anî ziman, ji xwe şexsê di dîmen de baş xuya nake. Parêzer Alinak got, "Kesê di dîmen de xuya ye, montekî reş li xwe kiriye. Di lêgerîna li mala Abdullah Kaya de montekî reş hatiye dîtin. Di encama lêkolînên krîmînal ên li ser vî montî de şopa madeyeke şewatê nehatiye dîtin. Di vir de, ev delîl li dijî biryara dadger e. Lê belê dadger di sedema biryarê de vê yekê weke delîl nîşan dide. Li holê, doznameyek nakok, biryareke dadgehê ya nakok heye. Di dîmen de tê dîtin, şexsê direve lepikekî davêje. Di lêkolînên li ser vî lepikî de şopa Kaya nehatiye dîtin. Tevî vê yekê jî tê îdîakirin ku xwediyê vî lepikî Abdullah Kaya ye."
'HIQÛQ HAT QETILKIRIN'
Alinak da zanîn, têkildarî dozê bi tenê telefonek îxbarê heye û got, "Di telefonê de navê 3 kesan tê dayîn. Bi sedan biryarên Dadgeha Bilind û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene, ku dibêji; telefona îxbarê bi tena serê xwe nabe delîl." Alinak ragihand, ew ê dozê bibin ber destê Dadgeha Bilind û got, "Em ê bêjin, vê qetlîama hiqûqê ya li Qersê bisekinînin."