Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir, AKP/Qesrê di bin navê destnedanê de darbe li siyaseta demokratîk kirine û got, "Em ê li hemberî darbeyê li ber xwe bidin. Li dijî darbeyê berxwedan divê, ne teslîmiyet."
Beştaş, mijar ji ANF'ê re nirxand. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş bibîr xist, ku nîqaşa destnedanê ji aliyê Qesrê ve hatiye destpêkirin û destnîşan kir, ev yek parçeryek ji biryara şerê topyekûn ê ji bo çavtirsandina civakê û bêdengkirina mûxalefeta civakî ye.
Beştaş da xuyakirin, ku mijara destnedanê veguheriye girêka kor û got, "Ev yek jî nîşan dide bê berxwedan û dijderketina me çiqasî mafdar û rast e. Pêwîste hemû gelên Tirkiyeyê, bi taybetî gelê Kurd û gelên din bi vê baş zanibin; AKP, di oxira berjewendiyên xwe de ji bo xwe bigihîne armanca xwe ya serokatiyê, weke rêbazeke darbeyê bi kar aniye. Li hemberı vê mijara destnedanê, ji destpêkê ve helwesta me zelal e. Ev yek darbe ye û li hemberî darbeyê teslîmiyet nabe. Em ê li hemberî darbeyê li ber xwe bidin. Li dijî darbeyê berxwedan divê, ne teslîmiyet. Di vê çarçoveyê de em ê neçin îfadeyê nedin. Em red dikin ku bibin parçeyek ji van lêpirsînan."
'JI BO ME BÊDENG BIKIN, DESTNEDAN WEKE GEFEKÊ LI DIJÎ ME BI KAR ANÎN'
Beştaş da zanîn, ji ber polîtîkayên şer û tekparêz ên AKP/Qesrê, Tirkiye li qada navneteweyî bi tundî tê rexnekirin û zexteke giran li ser heye. Beştaş işaret bi komkujî û hilweşîna li Cizîrê kir û got, "Em ji destpêkê ve dibêjin, Tirkiye wê j ber sûcên niha dike derkeve pêşberî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî. Haya wan jî ji vê heye. Lewma hewl didin têkiliyên navneteweyî sererast bikin. Ji ber ku bi çikîtenê man. Di warê tûrîzm, aborî, siyaset û pêvajoya tevlîbûna li nava Yekîtiya Ewropayê de ber bi rewşeke nebaş ve çûn. Hewl didin vê sererast bikin. Em ne bawerin ku ev yek bandorê li polîtîka derve bike. Ji ber ku ziman heman ziman e, rêbaz heman rêbaz e. Bi gotinên, 'em ê biqedînin, bikujin, ji holê rakin, tine bikin' ji wan nehat pêşî li gelê Kurd û mûxalefetê bigirin. Hê jî rojnamevanan digirin. Ji ber parvekirinên li medya civakî, rojane li hemberî bi sedan kesî doz tên vekirin, tên binçavkirin û girtin. Ji ber ku ji sûcên xwe yên mezin gelekî ditirsin, ji bo wan binixumîne her roj tedbîrên nû digirin. Lê belê di her gavê de bêhtir têk diçin."
Beştaş diyar kir, mijara destnedanê li dijî HDP û Kurdan weke gefekê hat bikaranîn û wiha pê de çû: "Ji ber ku yekane partiya mûxalefetê HDP ye. Di mijarên din de her sê partiyên din li hev dikin. Ji bo dadgeriyê bi temamî radestî Qesrê bikin, her sê partiyan li hev kirin. Ji ber ku mûxalefeta yekane em in, ji bo dengê me bibirin ev darbeya destnedanê kirin. Lê em ê li hemberî vê yekê ti carî ji rêya xwe venegerin. Em ê li ber xwe bidin. Siyaseta ku em weke wekîlên gel dimeşînin, wan ditirsîne. Ji ber ku em rastiyan eşkere dikin. Em, sûcên wan deşîfre dikin."