BI DÎMEN

'Berxwedana Sarayan bi xwerêveberiyê re didome'

Gerîlayên HPG/YJA Starê, komkujiya Parîsê ji ajansa me re nirxandin û gotin, "Têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahiyan, di berxwedana gelê me ya xwerêveberiyan de dewam dike. Heta ku gelê me azad bibe, berxwedana me wê bidome."

Bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê, gerîlayên HPG/YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ajansa me re axivîn. Gerîlayan gotin, "Têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahiyan, di berxwedana gelê me ya xwerêveberiyan de dewam dike. Heta ku gelê me azad bibe, berxwedana me wê bidome."

'DI ŞEXSÊ SARA DE RÊBERTÎ HEDEF HAT GIRTIN'

Gerîlaya YJA Starê Pîroz Mawa diyar kir ku Sakîne Cansiz nûnera xeta jina azad e û got, "Hêzên komploker di şexsê Sara û hevalên wê de xwestin derbê li Rêbertî û PKK'ê bidin. Xwestin jina azad qetil bikin. Ji ber ku ji jina azad ditirsin. Lê belê komplokeran careke din li pêşberî jina azad winda kirin." Mawa berxwedana xwerêveberiyan ên li Bakurê Kurdistanê silav kir û bang li her mirovekî bi rûmet kir, ku destekê bidin vê berxwedanê û cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigirin.

'DI BERXWEDANA LI BAKUR DE RUHÊ SARA, RONAHÎ Û ROJBÎNAN HEYE'

Gerîlaya YJA Starê Rûşen Semsûr da zanîn ku di berxwedana gel a îro ya li Bakurê Kurdistanê de ruhê berxwedêr ê Sara, Ronahî û Rojbînan heye û got, "Dilsoziya bi Sarayan re, bi xwedîderketina li berxwedana îro re dibe. Girîng e her kesên li Bakurê Kurdistanê xwedî li xwerêveberiyan derkevin û cihê xwe li nava refên berxwedanê bigirin."

'SARA BI RUHÊ BERXWEDÊRÎ ŞER KIR'

Gerîlaya YJA Starê Hêvî Herekol da xuyakirin ku vegotina Sarayan vegotina berxwedanê û dîrokê ye û got, "Zîhniyeta ku Sara, Ronahî û Rojbîn qetil kir û zîhniyeta îro li qadan jinên berxwedêr qetil dike, heman zîhniyet e. Bi van komkujiyan re dixwazin bi awayekî komî mesajê bidin. Sara bi ruhê xwe yê berxwedêr dihat naskirin. Rêbertî ji bo Sara digot 'keça îsyanê'. Bi rastî jî ew bi îsyana xwe re dihat naskirin. Berxwedana wê û hevalên wê ji bo me mînaka têkoşînê ye."

'BI TÊKOŞÎNA XWE RE BÛ ÇAVKANIYA ÎLHAM Û HÊZÊ'

Gerîlayê HPG'ê Agir Torî bibîr xist ku Sakîne Cansiz yek ji damezrînerên tevgera azadiyê bû û got, "Li qada leşkerî, siyasî û îdeolojîk xwedî sekneke bi pîvan bû. Hevrêya rastî ya Rêbertî bû. Bi têkoşîna xwe re ji gelê Kurd û PKK'ê re bû çavkaniyeke xurt a îlham û hêzê. Xeza jinê xurt kir."

'GERÎLA LI ÇIYÊ, GELI LI BAJÊR ŞER DIKE'

Gerîlayê HPG'ê Heqî Cûdî da xuyakirin ku hêzên komkujiya Parîsê kirin negihaştin armanca xwe û got, "Li Bakurê Kurdistanê rastiya gelekî heye ku li dijî hêzên mêtînger têdikoşe. Eger îro berxwedaneke hebe, bingeha vê ji aliyê Rêbertî, hevala Sara û hevrêyên wan ve hatiye danîn. Ew mîrateya me ne. Gerîla li çiyê, gel jî li bajaran xwedî li vê mîrateyê derdikevin."

...