Berxwedana Kaynartepe mezin dibe

Li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê dorpêçkirina hêzên dewletê û berxwedana li dijî dorpêçê didome. Li taxê dengê çekan bilind dibe.

Li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê dorpêçkirina hêzên dewletê û berxwedana li dijî dorpêçê didome. Li taxê dengê çekan bilind dibe. Dîsa êrîşên li dijî welatiyên dixwazin têkevin taxê jî berdewam dikin. 

Du roj berê li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan pevçûn derket û piştî pevçûnê Walîtiyê li taxa Kaynarpete qedexeya derketina kolanan îlan kir. 2 rojin li taxa Kaynartepe dorpêçkirina hêzên dewletê didome. Li dijî dorpêçê berxwedana gelê taxê jî didome. Polîsan li gelek cihan bi torbê xîzê kozik danîn û li hin cihan jî di nava taxê de êrîşan berdewam dike. Ciwanên ku li taxê parastinê dikin jî bersîv didin êrîşên polîsan. Di nava taxê de berxwedana li dijî êrîş û dorpêça polîsan didome. 

Li aliyê din jî welatiyên ji ber êrîşên hêzên dewletê malên xwe terikandin îro serê sibehê ji bo vegerin malên xwe li parka Koşuyolu kom bûn. Welatiyên li parka Koşuyolu kom bûn û xwestin vegerin malên xwe rastî êrîşa polîsan a bi ava şid û bombeyên gazê hatin. Piştre welatiyan jî bersîv da polîsan. Her wiha dem bi dem polîsan li dijî welatiyan guleyên rast bi kar anîn. Welatiyên bertek nîşani banga polîsan dan gotin: "Terora dewlet û polîsan, me li taxên me qetil dike. Dewlet dixwaze li vir qereqolê ava bike û gel ji vir koçber bike. Qatilê esil Erdogan e.” 

Di êrîşên dawî de polîsan ciwanek darp kir û binçav kir.