Kordînasyona KJK'ê li ser komkujî û serhildana Qamişlo ya 12'ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Modela netewe dewlet a di sedsala 20'an de li Rojhilata Navîn hat afirandin, bi polîtîkayên parçekirin-rêvebirina gel, jin û baweriyan re gel kir dijminê hev û li ser navê afirandina yek netewe, gel hatin asîmîle, sirgûn û qirkirin. Kurdistan bû yek ji erdnîgariyên ku ev polîtîka bi rengekî gelekî kûr lê hat meşandin û gelê Kurd jî bû yek ji wan gelan ê rastî vê polîtîkayê hat. Li çar parçeyên Kurdistanê, polîtîkayên mêtîngeriyê bi şeklî ji hev cuda jî bin, ji aliyê cewherî ve mîna hev in. Li Kurdistanê polîtîkayên komkujî û qirkirinê hema hema li her qadê hatine meşandin. Herî dawî, êrîşên hêzên çeteyên faşîst ên TC li hemberî Cizîr, Silopiya, Sûr û Hezexê mînakên herî nêz û zindî yên vê yekê ne.
Netewe dewleta Sûriyeyê jî, weke polîtîkayên înkarkirina Kurdan, bi rêya rejîma Baas re nasname, ziman û têkoşîna maf a Kurdan ti carî nas nekir û xwest Kurdên li Rojava di nava statuya mêtîngeriyê de rabigire û li ser bingeha berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî bi rê ve bibe. Li hemberî vê yekê, Tevgera PKK'ê ya bi pêşengiya Serok APo, ji sala 1980'ê û pê ve Kurd zane kir, bi rêxistin kir û li ser vê bingehê bi hişyarbûnekê re rakir ser piyan. Piştî ku Rêberê me ji Sûriyeyê derket, rejîma Baasê, polîtîkayên xwe dijwartir kir û ji bo vîn û rêxistinbûyîna gelê me ji hev bixe, êrîş kir.
Li ser vê bingehê, di maçeke futbolê ya navbera tîmên Kurd û Ereban a sala 2004'an de bi provokasyona dewletê re rejîma Baas xwest gelan bike dijminê hev, li hemberî hev rake, Kurdan qetil bike, bitepisîne û rêxistinbûyîna wan ji hev bixe. Ev komkujiya li Qamişloyê destpê kir, bi serhildana gelê Rojava ya li her derê re, mezin bû. Li hemû bajarê Cizîrê, li helebê Kurd rabûn serhildanê, ev komkujî protesto kirin û şehîd dan. Bi sedan Kurdên li dijî komkujiya 12'ê Adarê li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê rabûn ser piyan, hatin qetilkirin. Bi komkujiya Qamişloyê re, bi ruhê berxwedanê yê hevpar ê li tevahiya Rojavayê Kurdistanê re xwedîderketineke xurt afiriye."
'EM KOMKUJIYA 12'Ê ADARÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN, ŞEHÎDÊN 12'Ê ADARÊ BI RÊZDARÎ BIBÎR TÎNIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê KJK, em komkujiya 12'ê Adarê careke din bi tundî şermezar dikin. Şehîdên xwe yên 12'ê Adarê careke din bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Vê komkujiya li Rojavayê Kurdistanê hat kirin, bi ti awayî daxwaza wekhevî, azadî û berxwedana gelê me yê li vî parçeyî qels nekir. Şoreşa Rojava ya îro pêk tê, îspata herî mezin a vê yekê ye. Berxwedana bi lehengî ya gelê Rojava li hemberî çeteyên faşîst-barbar ên DAIŞ'ê, bersiva herî mezin a li komkujiya Qamişloyê ye.
Îro li Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha vakirina jiyana azad, şoreş û berxwedaneke mezin û bi heybet heye. Li Kurdistana Azad, xebatên ji bo afirandina takekesê azad bi lez û bez dewam dikin. Li gelemperiya Sûriyeyê, li ser bngeha modela neteweya demokratîk, civakeke ku hemû gel, mezheb û cihêrengî bi hev re bi awayekî azad û wekhev bijîn, tê afirandin. Cewhera vê civaka azad a tê afirandin, ji xebatên azadbûna jinê pêk tê. Bi jina azadbûyî re azadiya civakî pêk tê. Bersiva herî mezin a li komkujiya Qamişloyê bê dayîn jî, avakirin û ji nû ve afirandina jiyana azad e. Bi avakirina jiyana azad re hesret û daxwaza şehîdên Kurdistanê dikarin bi cih werin anîn. Tola herî mezin a ji polîtîkayên serdest, qetlîamker û mêtînger bê hilanîn, wê berxwedan û avakirina jiyana azad be. Li ser vê bingehê em şehîdên 12'ê Adarê careke din bibîr tînin. Di serî de şehîdên Qamişlo yên 12'ê Adarê, bîranîna hemû şehîdan wê têkoşîna me de her tim bijîn."