Li Cizîra Botan, berxwedana li dijî terora dewleta Tirk di roja 26. de dewam dike. Duh êvarê tîmên taybet û leşkeran xwestin bi dizî bikevin taxa Nûrê lê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bersiv da vê hewldanê û ev hewldan hate şikandin. Piştî ku YPS'ê bersiv da şerc derket û hate hinbûn ku di şer de leşker û polîs mirine. Piştî şer leşkeran taxên Nûr û Cûdiyê bi tankan topebaran kirin.
Hêzên dewletê bi şev heta sibehê bi wesayîtên zirxî tax topebaran kirin. Ji ber topebaranê gelek malan zirar dîtin û ekîbên arkujiyê nekarîn mudaxaleyê şewatê bikin. Gelek welatiyên ku xwestin derbasê malên din bibin jî ji ber topebarana hêzên dewletê li malên xwe asê man.
Hêzên dewletê serê sibehê ji Qereqola Jendermeyan a gundê Bozalanê û qeraqolên gundên derdorê bi hewanan êrîşî taxên berxwedêr kirin.
Li aliyê din cenazeyê welatiyê astengdar ê bi navê Osman Tekîn (50) ê ku li mala xwe ya kolana Yokuşlu ya taxa Cûdî bi gulebarana polîsan ji zikê xwe hate birîndarkirin û qetilkirin ji ber ku ambulans nikare bikeve kolanê li malê ye.