'Berxwedana 14'ê Tîrmehê berxwedaneke bêhempa bû'

Ji şahidên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê parêzer Mûstafa Ozer da xuyakirin, ku 14'ê Tîrmehê berxwedaneke bêhempa bû.

Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, weke serhildan û îsyanek li dijî xiyanet û tinekirinê li zîndana Amedê mora xwe li dîroka şoreşê ya Kurdistan û Tirkiyeyê xist. Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan. Ji şahidên berxwedana 14'ê Tîrmehê parêzer Mûstafa Ozer qala wê demê kir.

Ozer da xuyakirin, ku berxwedêr heman piştî hat girtin, jiyan li wan hat herimandin û bi şîdet, îşkence û zexta ji aliyê rêxistinbûyînek mîna gladyoyê ve hewl hat dayîn dîl bên girtin. Ozer diyar kir, amîrê ewlekariya hundir Esat Oktay timî ev yek ji girtiyan re digot: 'Hûn weke sûcdar hatine vê derê, lê belê dema hûn ji vir derketin, hûnê weke ewladekî paqij ê Tirk derkevin'. Ozer destnîşan kir, ku Esat Oktay bi gotinên xwe yên qirêj ên mîna vê yekê, hewl dida girtîgehê bi rê ve bibe.

'BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ DI DÎROKA CÎHANÊ DE MÎNAKEK YEKANE YE'

Ozer got, "Ji bo jiyan karibe bê jiyîn, têdikoşiyan" û anî ziman, ku kadroyên pêşeng ên PKK'ê car carna li dadgehan digotin, "Hûn me bi îdamê mehkeme dikin û dadgeh jî bikin. Weke dewletê ev mafê we heye. Lê belê hûn me li vir digirin, hûn ê hîn bibin ku bi rengekî însanî nêzî me bibin." 

Ozer wiha dewam kir: "Çavdêriyên heyetên ji derve dihatin, agahiyên digihaştin ber destê wan û bi taybetî raporên diçûn ji Parlamenta Ewropayê re, ev yek nîşan dida. Raya giştî ji aliyekî ve, ji ber xeteriya li ser jiyana zarokên wan bi tirs û fikar bû, li aliyê din jî ji ber vê têkoşîna jiyaneke bi rûmet, serbilind bû. Bi tenê sedemeke serketina berxwedana 14'ê Tîrmehê hebû. Ev jî, jiyaneke bi rûmet bû. Berxwedana 14'ê Tîrmehê di dîroka mirovahiyê de mînakek yekane ye. Çalakiya ku li pêş çavên hevalên xwe tîner bi ser xwe ve dadikirin, li ser rûyê erkê wekî din nehatiye dîtin. Şopa herî girîng a li dû xwe hiştin ev bû; 'Nifşên li dû me werin, wê wateya têkoşîna bi biryar baş zanibin'."

'BERXWEDANA ZÎNDANA AMEDÊ, DILÊ WAN REHET NEKIR'

Ozer da xuyakirin, ku di wê demê de bi çavê mirovan li girtiyan nedihat temaşekirin, lewma sînorê îşkenceya hingî dihat kirin, tine bû. Parêzer Ozer got, "Ji ber van hemûyan, mirovan bedena xwe dan ber agir. Pêwîste ev baş were zanîn, baş were fêmkirin... Mîna ku Birêz Ocalan got, 'gelekî bêrûmet dixwestin'. Lê belê têkoşîna zîndana Amedê ev derfet neda wan. Di têkoşîna rûmetê ya gelê Kurd a niha de, pareke mezin a têkoşîna bi heybet a wê demê ye."

'GELÊ KURD TIMÎ GELEKÎ BI HÊVÎ YE'

Ozer bal kişand ser zextên giran ên li hemberî gelê Kurd ên demên dawî û têkoşîna azadiyê û destnîşan kir, gelê Kurd di vê têkoşînê de wê hê berdêlan bide, lê ti carî ji vê sekna xwe ya bi rûmet venegere. Ozer got, "Bêguman gelê Kurd wê bi ser bikeve. Ev têkoşîn li Îmraliyê, li Qendîl, bajaran û her derê tê meşandin. Û heta dawiyê jî wê were meşandin. Gelê Kurd her tim gelekî bi hêvî ye û wê van hêviyên xwe biparêze."